denûsim name bo yarim biłê badî seba bîba

giłîney şa’îr pênc xiştekî leser şî’rî hêmin
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  817 Dîtin
denûsim name bo yarim biłê badî seba bîba
nîşaney bextyarîm bû, eger wa zû cwabî ba
çi xoş bû gwêm le řexnegirtin û naz û ’îtabî ba
eger xermanî ’umirim êstekane pakî ba bîba
be mergî to miçuřkêşim be leş danaye ba bîba
jyan taławî mergî pê çeşandim lem nehateyda
yekem řojî jyanim ser nekewtim lem xebateyda
bełê kakî hunermend řastî fermû lem şikateyda
huner ger xoy perêşanî nebaye lem wiłateyda
beşî min bo debû çare řeşî û xane xerabî ba
nezanî û bed řewştî û xû xirapî bawî send êsta
kesêkî karzan û jîr û zana bû le řêy westa
negořa řojgar şêwey le řabirdû heta êsta
le kwê ḧałî min û to wa debû ey xo perest êsta
eger dinya usûł û qa’îde û nezim û ḧisabî ba!
debê kiřnûş berim katê beyan hat bo biroy taqî
biłêm ey nazenînî şox û şeng meşhûrî afaqî
tika karim le kûpetda ewendey mawe mey baqî
be camê bade têr nabim eger meylit heye saqî
giłîney xom denêrme xizmetit bom tê ke ba bîba
dezanim pêşeway ayîn û exlaqî cenabî şêx
le zîkirî xaneqa meşhûrî afaqî cenabî şêx
le paş zîkir û dû’a ger wextê ma baqî cenabî şêx
weber min nayełê lêreş mey û saqî cenabî şêx
dena lew la şerab û ḧorî ba her bo cenabî ba
gerekte jîn û xoşbextî debê dij bî legeł hestî
jyanit xoş debê nayête lat řojî xem û pestî
le des xotî mede em derfete menwêne qet sistî
hemû ’umrî ebed têyda nîye xoşî demî mestî
xidir awî ḧeyatî bo çi bû? fêrî şerabî ba!