wekû qumrî le bax û coyî baran

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  799 Dîtin
wekû qumrî le bax û coyî baran
le bo serwî qedî şahî nîgaran
deřêjim eşkî çawim ’eynî baran
denałênim le eşkî guł ’uzaran
wekû bulbul le çił fesłî beharan
le dûrît zar û řencûrim hemîşe
le ’eşqit mat û mehcûrim hemîşe
ewêsta boye mesrûrim hemîşe
be bê mey mest û mexmûrim hemîşe
bełê mestim be neş’ey çaw xumaran
le ser bo çîme tacî key qubadî
tełeb nakem hetazîndûme şadî
depoşim bergî naçarî û kesadî
wekû mecnûn deřom wadî be wadî
le te’qîbatî yarim dûr le yaran
le çawim dête xwar eşkî řewanim,
zemîn şêwa leber nałey û fîẍanim!
newek bimirim ecel nada emanim
were ey xusrewî şahî cîhanim,
bipirse carê carê ḧałî ẍemgusaran!
be lutifit şadman serfirazim
eger meḧmûdî to min her eyazim
bike řeḧmê ke yek řuxset bixiwazim
be xencer bim kuje qurban çi lazim
be tabûrî mijet bo tîre baran!
be dîmen řût û bêkes wek hetîwim
wekû pîrêkî sed sałe řizîwim,
heta mirdin debê her quř bipêwim
le jêr barî xefet min çon çemîwim
be gencî çûme řîzî dest be daran
ke to ’aciz bî min bo çîme jînim
fîdat bim ’eqił û mał û řoḧ û dînim
meke men’im ke car carit bibînim!
legeł ’ewnîNasnava edebî be bê meylit debînim
fîdat bim çî beser hat lutfî caran?