wa degêřnewe le řojgarêk

bazirgan û tûtîy
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 4 Xulek  750 Dîtin
wa degêřnewe le řojgarêk
tacîrêk hebû le gewre şarêk
řojêk le řojan legeł xêzanî
wituwêjyan bû be şadmanî
gutî: min deřom bo seferî dûr
piř metirsîyye û lew peřî sinûr!
ke geřamewe şad û bextewer
çîtan bo bênim dyarî sefer
her yek pêwîstî çî bû boy nûsî
seferit xêr bê dûr le metirsî
tûtîyekî hebû kakî bazirgan
qefezî zêřî bo kirdibû be lan
řûy kirde tûtî: eto çît dewê?
şerit bê bot bênim ger destim kewê
tûtî řûy kirde aẍay bazirgan
bełênim deye be dił û be gyan
bazirgan gutî: tûtî bełên bê
botî dehênim le her cê û şwên bê
tûtyeke gutî: le dûrgey xawer
le xorhełatî dûrge le ew ber
hêlaney daykim le ser darêke
bom sorax bike le çi ḧałêke
seferit xêr bê be şadmanî
bigeřêyewe bo naw xêzanî
le dway çen řojêk em bazirgane
kewte řê legeł barke û barxane
heta geyşte diřugey cawe
kiřîn û firoştin ke lewê bawe
firoştî her çend kalay hênabû
qazanc û sûdî zorî têda bû
kewte bîr kirdin bo geřanewe
amade û dirust be barxanewe
le piř tûtyekey hatewe xeyał
gutî: bełênim dawe be her ḧał
be pirsyar kirdin řêgey girte ber
hetakû geyşte dûrgey xawer
çû bo ew şwêney nîşan kirabû
bangî kird wekû řaspêrdira bû
daykî tûtyeke le dar hate xwar
pêy gut: bifermû çît heye pirsyar?
bazirgan pêy gut: debê diłxoş bî
nabê bo kiçeket hîç be peroş bî
min xoşim dewê zor şadmane
qefezî zêřim bo kird be lane
her çend lay min şad û azade
bełam hemîşe toy her le yade
tûtî ke emey bîst le bazirgan
le ser dareke kewte xwar bê gyan
bazirgan sersam lewe diłgîr bû
mirdinî tûtîyekey la be te’sîr bû
naçar geřawe bo lay hawřêkan
ew beserhatey gêřawe boyan
dway ewe kewte kel û pel kiřîn,
bar kira kała û kutałî řengîn
karwan beřê kewt berew mał dehat
dway çend řoj geyyewe wiłat
be yektir şad bûn xoy û xêzanî
kewtine hełpeřkê û şayî û goranî
katêk bazirgan tûtîyekey bînî
le goşey qefez zor be ẍemgînî
tûtîyeke pêy wit: çît bo hênawim
yan le bîrit çû řaspêrdirawim?
bazirgan gutî: tûtî be řastî
le řaspardet nemniwand sistî
min zor diłgîr bûm lem karesate
çît bo bas bikem lem beserhate
tûtîyeke gutî: le seretawe,
bom bigêřewe herçî řwî dawe
bazirgan herçî dî bû deyzanî
boy gêřayewe be nîgeranî
tûtî ewey bîst řaçłekî lerzî
laşey bê gyanî kewte ser erzî
bazirgan tûtî derkird le qefes
ke temaşay kird bê hest û nefes
le pêş xoy dana temaşay dekird
deygut: min bo çî em basem bo kird
le nakaw tûtî cuła û heł fiřî
le liqî darêk hełnîşt û çiřî
bazirgan sersam ke ewey bînî
bê deng û mat bû kewte têbînî
gutî: ey tûtî gwêt bom bidêre
to yekem tûtî qefezit zêře!
xwardinit hemû şekir û ḧełwaye
zor xoşewîstî lelam bew xwaye
le ser çiłanda legeł nakesan
detirsim řojêk bimrî le birsan
werewe bo naw qefez û lanit
le xot tał meke xoşî jyanit
tûtîyeke gutî: aẍay bazirgan
min tom xoş dewê be dił û be gyan
eto ke dîtit daykim xoy mirand
ewî pendêk bû ke bo minî nwand
ta xom řizgar kem le bend û qefes
azad û sebest hełkêşim nefes
qefezî zêř û genc û darayî
bê nirxe le lam min be tenyayî!
le ser darêkda hełbestim lane
ba lewê bimirim bê aw û dane
ger weha bimirim lelam xoştire
azadî nirxî le jîn zortire!
małit awa bê nageřêmewe,
ba be serbestî ser binêmewe!