ey birader xot dezanî bê guman

mar û baxewan
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  647 Dîtin
ey birader xot dezanî bê guman
ser guzeştey mar û mamey baxewan
baxewan řeş poş bû bo mergî kuřî
mar be destî baxewan kilkî peřî
baxewan řûy kirde mar «aşt bînewe
herçî bû çû êste hêwir bînewe!»
mar gutî: «ey baxewan to diroznî
min hemîşe bêt dełêm tom dujminî
min kuřî tom kuşt û cergî tom biřî
her be desî to bû min likim peřî!
aşna bûnman be yektir bê guman
cêy gumane cêy gumane cêy gumane!
kilkî xom hîç dem le bîr na çêtewe,
ḧeqte toş bo řołeket swêt bêtewe
diłnya bûnman le yektir gewcîye
tołesandin felsefey bê mercîye!»