guł le gułzara nema bulbul ebê zarî bika

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  4011 Dîtin
guł le gułzara nema bulbul ebê zarî bika
şêweyî şadî leser derkat û ẍembarî bika
nêrgisî şehla ke meşhûre be mexmûrî ebê
daymen lew çawe kesbî ’îlmî bîmarî bika
fesłê ew nask ẍezale řoyî ’uşşaqî ḧezîn
her ebê seylî siruşkî xwên le çaw carî bika
tu xuda badî seba bew nazenîne to biłê
bes řeqîb teltîf bikat û derdî dił karî bika
diłberim lem şare řoyî eḧmedNasnava edebîy bêçare wa
bo supahî ẍem ebê řesmî supehdarî bika