hełbest û wêje, mosîqa û wêne

hunerî cwan
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  727 Dîtin
hełbest û wêje, mosîqa û wêne
hunerî cwanin, her sê bê wêne
wêne ayatî sîḧir û beyane
mosîqa, awaz xorakî gyane
hemûy berhemî pencey hunerin
nirxyan wekû řiştey gewherin
her gelêk huner bû be samanî
řêzî bo danê nirxî bizanî
ew neteweye nawî le nawa
her nemir debê wiłatî awa!
werziş, hełpeřkê, sema hunerin
bîken zor kełkyan lê wer degirin!