ey kemanjen lê de awazî «newa»

řenc dekêşim
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  846 Dîtin
ey kemanjen lê de awazî «newa»
bêje «řast» ta dêyte ser «şor» û «seba»
ew deme aram bweste ta beyan
dem leser dem dest deçête ser «beyan»
şew ke řadebřê kiş û aram û mat
kê dezanê ta beyan çî řû dedat?
min ke bê aramim û dił piř le derd
dij be min westawe çerxî lacwerd!
şeř firoş û zwîre lêm dił piř le qîn
bed řewştî geywete ḧeddî yeqîn
ser nizim nakem eger ser hełbiřim
bê guman sed berd dehawê bo serim
aşna nabîn legeł yek çunke min
nabme hemsayey ewaney bê xemin
řenc dekîşim, tê dekoşim, řoj û şew
ta bedest dênim hemû mercî gerew!
ew deme zor serfiraz û bextyar
deçme řîzî çînî damaw û hejar!
xo be zor danan û bayî bûn be xo
afetêke merd deka sûk û xeřo!
çend benirxî ger bizanî nirxî xot
çeşnî mû depsê le pêt zincîr û kot
řast biřoy gîr û girift çend bête řêt
diłnya be çiqłê hełnaçê le pêt
ey keman jen bîrkewe wa hat beyan
şew beserçû çît nekird boman beyan
pêy gutim: ’ewnîNasnava edebî were êsta biřo
zor nemawe dêytewe ser giftugo!