danîşe lam xoşewîstim
basî koye
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
3 Xulek
1177 Dîtin
danîşe lam xoşewîstim
destit bêne bîxe destim
dastanêke nek efsane
basî koyey xincîlane!
wekû diłên: hebû nebû
le řojgarî řaburdû,
ême mindał bûyn û law bûyn
çuste û çalak û paraw bûyn
werzî behar, řojî hezar,
ser çił degeřayn wek huzar
«omer xuçan» baxî «şeme»
seyrangay şar bûn ew deme
«şaxî mişke» wek kêwî «tûr»
edrewşayewe dûr be dûr
ser «qongire» û «kanî biskan»
«kendekox» û «ser pilûskan»
le «ḧemamok» taze yaran
debû be kořî şayeran
«heybet sułtan» ta «pûr tawis»
cwantir le şarî «keykawis»
naw baxekanî «tobzawe»
wêney beheşt bû řazawe!
xêzan xêzan, deste deste!
dadenîştin wek guł beste
semawerî zerdî mîr swar,
qorye sûr pyałey gułdar
çêşt û nan û hêlkey kuław
mast û penîr, goştî birjaw
jin legeł jin, pyaw legeł pyaw
hêndî xêzanîş têkeław!
paş xwardin û xwardinewe,
emca hemû kobûnewe!
debû be beste û goranî
hełpeřkê û şayî û şêxanî
dest le naw dest bû kîj û law
diłdar û dulber têkeław,
dîmenî kîjî ew kate
det gut firîştey awate
tasî le ser, tasî zîwîn
lagîre û desroke û poşîn
gwarey zêřî be lerzane
poyle û milwanke û gerdane
bawinc le zîy suxmey sûrî
deybest le sîngî bilûrî
kemerey zyû heyase,
her kes deybînî û detasa
gozîng be xaş xaş û xiřxał
ser û serpoş, mil û desmał
le pê sol û panî berzî
lence û lar û bałay berzî
kiçî kurd bem wêne û şêwe,
ewsa wa deçû be řêwe!
le bêgerdî û dawên pakî
çû bûne baweş xway çakî
debû be şayîy řeşbełek
têkeł debû ḧor û melek
wêney firişte û beheşt bû
pol pol seyrankar le geşt bû
«’eze» ke zořnay dejenî
diłî diłdar řade çenî!
dengî dehoł debřayewe,
şayî tewaw dekujayewe
debû be bezmî saz û ney
saqî deygêřa camî mey
«bendî leşkirî» be şimşał,
boy degutîn «ḧemey xeyał»
deg xoşan goranî bêjan
hunermendan û bwêjan,
dengî xoşî xałe «sêwe»
seday dedawe lew kêwe!
kirasî şengî «şeng mêrem»e
meqamêke wêney keme!
«nîweşew» «swaro» û «seḧer»
«azîz» û «payîz», «bûk gewher»
řêkupêk û saf wirdin
awêney řaburdûy kurdin
dengî xoşî «kake mela»
be awazî «şûr» û «seba»!
«beyat» û «dîwan» û «newa»
«deşt» û «mahûr» û «çwarga»
emca bestey «şilewxanan»
deyan gut leser gwêy banan
«goce» û «keçeł», «sêwe» û «mela»
her çwar beyek bezim û newa
katî êwaran řoj’awa,
bûkyan dehêna bozawa
«eḧmed» be «ay şîrîn behar»
xoştir le awazî huzar
le êware ta nîwey şew
xoştir le bezmî key xusrew
bezim û aheng û şadî bû
dûr le xem û bêdadî bû
nek wek dost û aşna bûyn
hemûy legeł yek bira bûyn
ne sînema û sînema bû,
ewsa hełpeřkê û sema bû!