qed û bałay şoxt bê beła bê

berjewendî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  856 Dîtin
qed û bałay şoxt bê beła bê
kesêk ger wa ne bêjê ber beła bê
le çaw û zarî bedkaran be dûr bê
le jêr sayeyî bałî huma bê
ewey xoşt newîst dij bew du’ake
be derdî xudpesendî mubtela bê
ewe merde hemû dem dij bwestê
le her biřyar û karêk na řewa bê
le pênaw berjewendîy ademîzad
mebestit her řezamendîy xuda bê
řewştî berz û hogir bûn be çake
le mawey jîn kesêk pêy aşna bê
ewe padaştî kirdarî pesende
le tarîkî şewa şu’ley çira bê
ewey ajawe xwaz û bedřewşte
hemû dem bendî zîndanî siza bê