ewey demey dił bîr û yadî perçem û ruxsar deka

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  653 Dîtin
ewey demey dił bîr û yadî perçem û ruxsar deka
řêy «xeta» degrê deçê bo çîn le ’enber bar deka
çawekanî mestî nazin şeř firoşin nazenîn
her be řemzêkî tîmarî sed diłî bîmar deka
ew deme to pêkenî dił řaçenî ewsa gutim:
ḧeqyetî bulbul ke meşqî gułşen û gułzar deka
ta le şew da heł negîrsa wek çira řuxsarî to
neqdî perwanem dekird bo çî le řoḧ bêzar deka