řojêk danîştibûm tenya

sirûdêkî taze
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 3 Xulek  675 Dîtin
řojêk danîştibûm tenya
serim piř bû le maxulya
le piř biraderêk hate lam
danîşt û lêy kirdim selam
fermûy dezanî bo hatim
zor le mêje be awatim
ke lêt bipirsim pirsyarê
nek pirsyarî herze karê
tikaye lêm diłgîr mebe,
le pirsyarim zwîr mebe
pêm gut: «kake to biradermî
lêm bipirse bebê şermî
çît merame çît nyaze?
ta bot beyan kem em řaze!»
gutî: «caran to bwêj bûy
şîrîn guftar û řawêj bûy
êsta bo bê deng û matî
dûr le hemû karesatî!
kiz û xembar û damay
le jyan hîwa biřawî!»
pêm gut: «kake çak bizane
min zor hîwam be jyane
aram be hêwir bibmewe,
ser lenwê tê hełdeçmewe
pêt dełêm gişt karesatim
le hemû ser, be ser hatim!
pêş maweyek le şeř dabûm
şeřêkî wa tê giłabûm!
hênde tund û dił tezên bû
diruşmî her merg û xwên bû»
naka û dengê hate ber gwêm,
bangî kirdim wehay gut pêm:
metirse min piştîwanim,
yarît dekem çend bitwanim!
çît pêwîste lêm dawa ke
ta pêt bispêrim êstake,
min bo êwe zor diłsozim
le dujmin detan parêzim
diłnya bûm be bełênî
nemzanî piştim deşkênî
ke şeř destî pê kirdewe,
diłnya bûm dem birdewe
řiq estûr be qar û qîn
dujminim hênabuwe lerzîn
bełam řojêkî kitupiř,
bełêne kanî bû be tiř,
destî hêna le tenîştim,
xencerêkî da le piştim!
lew řojewe dexulêmewe,
be zamî xom detlêmewe!
ger nemirdim bem birîne
emca akarim bibîne!
bekardênim bîr û hestim
sirûdêk wa hełdebestim!
qaremanî naw senger bê
pêşmergey dest be xencer bê
mûşekêkî tank şikên bê
hêzêkî dujmin bezên bê
mêk bê, mîrac bê, vantom bê
hełgirî bombay etom bê
sirûdêk nawî tołe bê
dijî em «şaye» zołe bê
xuda yar bê bida destim
debê dû destî bibestim
řiqî êsta û zor le mêjim
hemûy her pêda biřêjim!
le çwar çira deydem le dar
bibête pendî řojgar!
derî bênim le bine řetî
wek goř be gořî le’netî
emca sirûdêkî taze,
dehonmewe bem awaze!
mijde hênerî şadî bê
řizgarî bê, azadî bê
aştî bê, birayetî bê
mirovayetî petî bê
dest le naw dest yektir nanbê
bextyarî bê, jyan bê
le azar kem azartir bê
le newroz xoşî zortir bê