minî kiçe kurdî xawen hest

çepke gułêk
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  955 Dîtin
minî kiçe kurdî xawen hest,
şûreyîye ney kem çîm bê le dest
le kořî têkoşanî xwênîn řeng
gyan bext kem be hêmnî û bê deng
be tarî qijî kałim çepke gułêk
çił çiłe bîbestim wêney diłêk
her wekû xatû zînî dił be xem,
bîkem be dyarî bo ser gořî mem
gořî ewlawey ke be çalakî,
bextî kird bo kurd gyanî pakî
le pênawî gelêkî maf xurawda
gelêkî zor lê kiraw û dił şikawda
her çyan pê kira be bê westan,
kirdyan dujminanî kurdistan!
ta negen be amanc her çend peleken,
nizîk buwe mergyan ba hełeken
ke min mirdim ew řoje bê xem
termim binêjin le tek gořî mem
siław le nîştimanekey jînim,
siław le yarekey dêrînim!
ewendey ke pêm kira twanîm
kirdim û gutim herçî zanîm!