her le řêbazî xebata pîrî îrşadim dewê

xewnî serbestî
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  855 Dîtin
her le řêbazî xebata pîrî îrşadim dewê
min gelêkî serbexo û serbest û azadim dewê
mil keçî û jêr destî pîşey min nîye ey bedguman
basî mêjûy řojgarî mîdya û madim dewê
ser guzşitey qeys û leyla bas meke bo min řeqîb
dastanî zîn û mem, şîrîn û ferhadim dewê
ser nizim nakem le ber hêz û tewjimî řojgar
tê dekoşim yan merg yan jînî piř dadim dewê
şerte koł nadem heta řojêk be amancim degem
kurdim û řołey becerg û ’ezmî poladim dewê
şořşî şêxî ḧefîd û şêxî pîran şêx se’îd
bargey simkoy şikak, qazî mehabadim dewê!
qaremanî şořş û nawdarî çerxî bîstemîn
caf sułtan û qedem xêr û perîzadim dewê
hełgirî ałay xebatin beçke şêranî gelim
ser biłindim, ser biłindîy xom û eḧfadim dewê
’ewnîNasnava edebî serbestî le řêbazî xebata dête dî
min newey zana û be hist û jîr û ustadim dewê