gelêk ke řołey le kořî şeřa

namrê ew gele
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 2 Xulek  832 Dîtin
gelêk ke řołey le kořî şeřa
hengaw hełênê be ser sengera
çawî netirsê le topî dujmin
mil bimałênî bedem xencera
bo serbexoyî be xwênî ałî
qełayê hełnê le kelle sera!
namrê ew gele her zîndû ditbê
serfiraz dejî le řûy meḧşera
***
gelêk ke mêjûy be xwên nûsrabê
le têkoşan da kołî nedabê
bo wergirtinî kemtirîn mafî
xwênî hezaran řołey řija bê
duktor fu’ad û şêxî pîranî
sed simko û qazî qurbanî dabê
namrê ew gele her azad debê
her çende çerxîş dijî westabê
***
gelêk ke řołey le nizîk û dûr
bist bist binasê herêm û sinûr
çawî napoşê le bistê zewî
le boy deřêjî xwênî geş û sûr
nabê dagîr ker pêy diłnya bê
debê cêy bêłê řast û çep û jûr
ew gele wiłat pak dekatewe,
le dujminanî pîs û mende bû
***
gelêk hemîşe le têkoşan bê
diruşmî merg yan kurdistan bê
giřî şořşî nakujêtewe!
hêrşî dujmin eger tofan bê
mafî şořşî xoy dabîn deka
gelêk xebatî kebê wiçan bê
řojêk dêt hemû yek degrêtewe
botan û soran, mukirî û baban bê!
emca dest û bird, bê westan û zû
sinûr deşkênîn be hêzî bazû
le naw çwar çêwey em kurdistane
yekêtî yekî wa dehênîne řû
bê cyawazî le naw komeł da
yek ziman, yan řeng, yek řewişt û xû
ałay serbestî xoman hełdekeyn
deçîne řîzî gelanî zîndû!