be giryan qet neşora wêneket hergîz le çawimda

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  1321 Dîtin
be giryan qet neşora wêneket hergîz le çawimda
diłopêk kem nebû yadit le dił şûşey şikawimda
ke dîtim dulberim diłgîre lêm, pêm gut ke bimbexşe
gutî: ebro û mujem bo kuştinî to taze sawimda
weha çespa le cestem xoşewîstî tan temaşake
nîgarî xot debînî çon le naw xwênî řijawimda
diłe řencawe kem wek hate lay to bê seru şwêne
gutî: lêre le jêr pêm kewtibû îmřoke qawimda
hełey dił bû ke řenca dilberim fermûy bitłên wabê
heta mawe debê bendibê le çînî pirçî xawimda
ke dwênê namekem da dest seba bo koyî diłdarim
beyanim kirdibû dedirim legeł řêz û siławimda
le kalay berhemim çend parçeyêkim bird le bazařa
be pare neykiřî kes lêm be bê pûł û dirawimda