ke min pîrim herke seyrî menzeřey şaran dekem

pêşkêşî kurdistan
Li pirtûka:
Dîwanî Muxlîs
Berhema:
Muxlîs (1910-1985)
 2 Xulek  742 Dîtin
ke min pîrim herke seyrî menzeřey şaran dekem
ẍem lebo gencî dexom û gotin û giryan dekem
’aşiqî pak ger felek bibête mesîfî dûr nîye
wamezane ew qisey wazil bebê burhan dekem
’aşiq û me’şûqî wek mecnun û leylay bê ẍubar
bûne estêre le asman şew temaşayan dekem
lawî wek ferhad û wek mem çûne řêzî qudsîyan
min be nawhênanî wan waderdî xom derman dekem
ya tewafî řût dekem, ya deçme nêw egrîceket
ger tewafim lê men’ ken, řû le kifiristan dekem
řojî ’îşqî kon nihmawe řojî ’îşqî tazeye
řûle hewlêr werdegêřim řû le badawan dekem
qesrî badawan dełên berdî binî derhatuwe
ger wehabî çon emin yarî legeł dewran kem
qesrî badawan bîlat bû bo milûkan serdemê
wanma, min lew řiqe waxom bebê bawan dekem
ba le badawan lebo lay nîştîman badeynewe
nîştiman sed qehreman û řostemit qurban dekem
herkesê mujdem bidatê nîştiman azad buwe
baẍeł û berkî le eş’ar piř duř û mercan dekem
xoştirîn çişte ledunya serbexoyî muxlîsaNasnava edebî
bê ledîn, dunya hemû pêşêkî kurdistan dekem