nimûne

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  1026 Dîtin

min belamewe waye ke «nimûne» bo ew çemke cêgay xoyetî.

bewêne, wêne bo em «nimûne» we ya «bira’ة alastihlal»e, le honraweda çamekey «nalîNasnava edebî»ye ke le barey suleyman paşa û eḧmed paşay babanewe bem honrawe dest pê’eka û ełê:

«ta felek dewrî neda, sed kewkebî awa nebû»
«kewkebey mahî mubarek, tel’etî peyda nebû»

wêneyekî tewawe boy.

we ya le pexşana seretay basî ew honerane ke «secadî» le «mêjûy edebî kurdî»da hênawyetewe boyan «nimûne», we ya «bira’ة alastihlal» n.

bewêne wekû leseretay basî «ḧemdî»da ełê:

«qaremanî sêhemî meydanî şê’ir le bere babî «saḧbiqran», pasewanî bexemî xermanî edeb lem dewrey dwayî kurdan. pabendî wirdî me’na be hemû hêzêkyewe, diłbendî pêzî qise be hemû tînêkyewe....»

duwem ke çuwe naw baseke wirdewrde be sere pya bêt, zincîrey bîrekey nepçiřêt. le destpêkirdnekeyewe be xoşî ke hatuwe bigate ser babeteke. le babetekeş be dařiştinêkî cwan lêy derçêt û řêga win neka.

herçende carî wa ebê ke le nawendî basekeya we ya řistekeya baz’eda bo şitêk ke hîç peywendî legeł basekeya nîye - ke beme ełên «aqtizab»-. eger hat û ew řisteye ke kewtote nawendî basekeyewe kem bû, eme belay gelê le zanayanî belaẍewe wenebê naşîrîn bê, bełkû şîrîne, şîrînyekeş leber eweye gwêgir, gwê bo basekey řagirtuwe, le nakaw gwê le şitêkîtir ebê, esłemêtewe, em tezwe hanî eda bo ewe zyatir hestî belay qisekewe biçêt. wekû ewe yekêkîtir babetêkî bo bas eka û ełê:

«ke řoyştîn zorî nemabû bigeyne ser lûtkey şaxeke, askêk....»

«to ezanî kitêbeke be xetêkî cwan nûsra buwewe»

egeřêtewe ser basekey û ełê:

«bewêda têpeřî, lewlawe kełêkîş hat, lût û bizût legeł askekeda tûşî yek bûn».

řistey «to ezanî kitêbeke be xitêkî cwan nûsra buwewe». hîç peywendyekî bew qisewe nîye ke destî dawetê û eygêřêtewe. bełam gwêgir esłemêtewe û zyatir hoşî edatê.

sêyem lêy bûneweyetî le basekey. ebê be corê lêy bêtewe ke gwêgir boy derkewê ewa xerîke le babetekey ebêtewe.

em sê řêgaye wekû ewe waye ke yekêk dest eda be hewrazêkewe; çon leseretawe çakî lê heł’eka?. we çon wirdewrde be hewrazekeda ser ekewê?. lew lawe serewxiwar ebêtewe?.

nûsîneke komêdî bê, ya tirajîd, her yeke şêwey xoy dyare û leser ew nasandine ke baskira, legeł ewanîşa bew core ekey.