girdkirdnewe
Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
853 Dîtin
yekêkî tir le hunerî cwankarî «girdkirdnewe»ye. le belaẍey ’erebîda bem çemke ewtirê «’iqid».
em girdkirdneweye eweye ke pexşan bikirê be honraw, bełam nek leser řêgay «lêy wergirtin»; wate eger pexşaneke «qir’an» we ya «ḧidîs» bû, kirdinî be honraw wextêk ebê ke gořanêkî zorî têda bikirê, we ya destinîşanî ewe bikirê ke «qir’an», we ya «ḧidîs»e. le lêy wergirtina em core şitane nebuwe wêne wekû em pexşane - ke deqêke û - ełê:
«hoşî nayetewe be ber xoya ta ew řoje ke ser exate ser berdî elḧed, ew wexte têy ega ke ta le dinyada buwe, mirdû buwe, çunke bê aga bû le îşî çake!».
«sifut» em pexşaney kirduwe be honraw û ełê:
«ew wextey ke wa le dinyada bû»
«le řastî çake mirdûyêk bû zîndû»
«ew řojey dayna ser le ser ełḧed»
«boy derkewt ke wa zîndiwêke mirdû!»
«bełam bê kełke zîndiwêtî naw xak»
«zîndû çakeye, ta nebuwe mirdû!»