ḧîkayeta sîh û şeşê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 5 Xulek  916 Dîtin

neqil diken ku di zemanê berêdanê řewendikê řût û jar û qewî perîşan ji mala xwe biderdikeftin ku ji boy xwe çare û ’îlacekê biketin, ew mirov digelyê kutulêdanê têtin û berekî bilind û mezin li kinarê řê heye, digehte wî berî wirḧet dibtin, li binê wî berî řûtnitin ku demê ji boy hîsay bibtin û paşî bi şola xwedanê biçtin, di fekire ku ji dûrve swarekê pêkhatî bi lîbas û çek têtin, weku ew řewend ewî swarî ji dûrve dibîntin û dikefte teme’a şelandina wî swarî, lakîn řewend řût û bê çek û peyaye, îcarê heman fîlḧal paçêd diber xwedanê bidertîne, tazî û ’uryan û pê xwes û serkol biderdikeve serê wî berî û ber bi qîble liser pyan di seknitin û herdû destêd xwe bijûrve hildigirtin û goya ev mirove ji xudê te’ala du’ayê û řeca û hîvî diketin, weha bi vî terzî liserê wî berî di seknitin, ew swarê rê jî digehte binê wî berî û bijûrve liserê berî dinêře, ku mirovekê řûs û ser û pêxwas liserê berî ber bi qîble westaye û herdû destêd xwe bi ’esmananda nê hilgirtye û du’a diketin, ew swarê řê ’ecêb demîntin, ku eve çi ḧîkmete û eve çi keseke, însane, welîye, cinnye, ew swar didete dezengê û libnê berî disekne û lwî řewendê ku le serê berî westaye di fekirtin û xwe bi xwe dibêjîtin, ku ev şole elbette ji siřřekê xalî nînin, ez dê ji vî mirovî pirs û pirsyarekê bikem, paşî ji êre diçim, dikete gazî ku ey mirov, to çi kesî û eve çi ḧale, jiboy min bêje, ew řewend berê qet cewabê nadetin, goya bi du’ayê meşẍule, ji vê cewab nedana řewendî teme’a swarî êdî zêde dibtin, ku heye belku eve ḧezreta xizirNava taybete we ya xwe welyekê xudê te’alaye, elbette ez dê vî mirovî zyaret bikem û ji vî eḧwalî xeberdar bibim, paşî biçme şola xwe, ew swar ji hespîdanê peya dibtin û muntezrî řewendî diseknitin, paşî demekî goya řewend du’a xwe temam diketin û destêd xwe li ruyê xwe disûtin û têne xwarê serpaçêd xwe, îcarê ew swar ji řewendî pirsyar diketin ku to bi xudê key, to çi kesî û eve çi ḧale, ji boy min rast bêje, îcarê řewend dibêjîtin ku ez jarekem û eve bira zyaretgah û berê mirazan dibêjne vî berî, herçî kesê mirazek hebtin, bête êre û destimêjê bigirtin û paşî řûs û tazî, serkol û pêxwas bibtin û biçîte serê vî berî û ber bi qîbleyê biseknitin û ji xudê te’ala miraza xwe bixiwezîtin, elbette du’a wî mirovî di qeble, min jî mirazek hebû lew hatme êre û min ji xudê te’ala miraz dixiwest, eve eḧwalê min û berî û du’ayê, îcarê weku ew sware evî xeberî ji wî řewendî seh diketin, ew mirov jî şewqek lê peyda dibtin, ku ez jî mirazekê ji xudê te’ala liserê vî berê zyaretê bixiwezim, belku di qeble, îcarê ew swar dibêjîte wî řewendî, ku to jî hespê min bigre, da ez jî bişelim û biçme serê berî mirazekê ji xudê te’alay ji boy xwe bixiwezim, berê řewend dibêje, ku neşola min heye, ez bilezim, dê biçim, îcarê ew sware zêde lawahyan li řewendî diketin, û řica û hîvî ji boy kinarê xudê hespê min bigre, ez dê zû bême xwarê, îcarê řewend dibêjîtin ku bilanê wesan bitin, lakîn zû were, ku şola min heye, îcarê ew swar dişeltin û lîbas û çekêd xwe. bîltemam dispêre rewendî û bixiwe jî řûs û tazî û serkol û pêxwas diçte serê berî û dest be du’ayê diketin, weku řewend may bitnê cilêd wî swarî hemû berhevkirî û çekêd wî girêday li hespî swar dibtin û libasêd wî jî danînte bera xwe, li wê navê, ew mirovê liser berî dife kire, ku lu mirov to çi dikey, řewend gazî diketin to du’a xwe terk meke, xudê miraza min dayî, eve ez çûme ḧalê xwedanê tu jî du’ayê bike da xudê mîrê mirazane da miraza te jî bidetin, řewend evî xeberî dibêjîtin û rikêban li hespî didetin, ya ellah diçte şola xwe, xweyê hespî wesanê řûs û tazî dimînîtin û bi jarî tête mala xwe, řewendî ew hesp û çek wesanê birî û çûye şola xwe, êdî ji wî weqtî û zemanî, navê wî berî maye berê mirazan, û ev qisseye jî dinêva ’alemê danê bûye dastan zirb alimsilErebî, weku yek ḧîleyê li yekî biketin dibêjîtin ku eve jî eḧwalê berê mirazane.