řegezdozî

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  9503 Dîtin

ca yekêk lewane «řegezdozî»e.

řegezdozî, ke «cinas»e le ’erebîda, boyeş kurdîyeke way bo danawe çunke «řegez» be me’na esił û nejade. «dozî» le dozînewewe hatuwe. way lêy dêtewe ke pêkewe guncan û dostayetî řegezî dû wişe pêkewe edozîtewe û peyday ekey.

bêguman ebê le wişeyek zyatir hebê le řistekeda ew wexte guncandin dirust ebê. em guncandineş řû le wişe ekatewe newek guzare. ewey ke bo guzare bû le barî guzarewe qisey lêwekira, eweş ke bo wişeye ebê le barî wişewe qisey lêwe bikirê. ca bew bonewe eçîne cergey basekewe û ełên:

yekêkî firawan le hunerî cwankarî wişeyî «řegezdozî»ye. emeş nawe bo řisteyek - honraw bê ya pexşan - ke dû wişe, we ya zyatrî têda hebê. wişekan le řwałet û řuxsarda le yek biçin, wate wekû yek wabin, çunke eger wekû yekeke le guzareda bê wekû «kitik» û «pişîle» nabê be řegezdozî.

emeş ebê be dû beşewe; řegezdozî tewaw, řegezdozî natewaw. tewaweke eweye ke le hemû şitêka wekû yek wabin; le jimarey pîtda, le řêkîy pîtekana, le şikła. wekû «nalî» ełê:

«xetat fermû ke xoşe çîn û maçîn»
«ke naçîn lêre, xoşeçînî maçîn»
«birot her çîn û perçem çîn leser çîn»
«emende çîne qurban pêm biłê çîn?!»

wişekanî «çîn» û «xoşe» lem dû honraweda çend car witrawnetewe, le řuxsara wekû yek wane, bełam le guzareda cyan.

wişey «xoşe» le honrawey yekemda ke le her dû nîwe honrawekeda heye, yekemyan be mana «xoşî»yeke, ke beranber be naxoşîye, duwemyan be mana «hêşo»ye.

wişey «çîn» û «maçîn» le her dû honrawekeda «de» car witrawnetewe, ke le řwałeta yekin, bełam le guzareda her yeke guzareyekyan heye.

«çîn» û «maçîn» le nîwe honrawey yekemda wiłatî «çîn»e - ke lenaw kurdewarîda be «çîn û maçîn» benawbange - herçende çîn û maçîn le hendê nawçeyekî kurda be pelewerêkî cwankîley řengawřeng - yiş ełên, bełam lem şwêneda ewe nîye.

wişey «naçîn», wate nařoyn, řegezdozyekî wişeyî heye legeł wişey «maçîn» û ber «laḧq» ekewê.

«çîn»y sêyem be mana hełbijardine. wişey «maçîn» be «bese»y «maç» û bo gele ke legeł «maçîn»y yekemda řegezdozî tewaw le nêwanyana heye. wişekanî şeşem, ḧewtem, heştem û noyem be guzarey řîzin. wişey deyem bo pirsyare le çonyetî û gewherî gel; wate çi şitêkin?.

kurtîy guzarey honrawekanîş ełê:

to, ke fermût çîn û maçîn xoşe, başt nefermû! ême lem cêgaye nacûłêyn hêşuçnî maçînîn. biro û egrîcet kewtûne ser yekda çîn çîn, pêm nałêyt em hemû çînane wa leser yek kewtûn boç wa bew core beser yeka kełekeyan kirduwe û kewtûn?.

ew wêneye ke hênrayewe bo řegezdozî tewaw, be nawî řegezdozî «wêne - mima’il»yişewe naw ebrê.

em core řegezdozîye beşkirdinêkî tirîşî heye, eweş eweye:

eger yekê le dû wişeke; ewey ke řegezdozyekey dirust kirduwe, cût û ew tîrî tak bû, be nawî «cût - řegez»ewe naw ebrê - wate cinasî mirkib. eger em cût û take her dû wekû yek enûsran be nawî «wek yek - mitşabe»ewe naw ebrê. wêney eme wekû «zêwer» ełê:

«daxî ḧesret nexşî girt em sał le textey sînema»
«bo ewaney řa’eken serbest eçin bo sînema!»

dû wişey «sînema» le nûsîna wekû yek wane; yekemyan «cûte», wate le sîney mina. duwemyan take, wate «sînema - temaşaxane».

we ya «nalî» ełê:

«řeqîb û mudde’î wek pûş û pûşû»
«bisûtênîn ke wek berqîn, leber qîn»

dû wişey «berqîn» le nûsîna wekû yek wane, yekemyan take û duwemyan cûte.

eger ew dû wişeye le nûsîna wekû yek nebûn be nawî řegezdozî «cya - mifruq»ewe naw ebrê. wêney eme wekû «’elî kemal bapîr» ełê:

«ke dił şadî ekey, diłşad, leber çî?»
«debîte hawserî pyawanî herçî!»

em dû «diłşad»e le nûsîna cyan; yekemyan kesêke ke diłxoşî bika û sifete. duwemyan nawe, wate ’eleme.

le şêwey nûsînî em core şitaneda eger hat wişeke bû be «naw» beser yekewe enûsrê. wekû «diłsoz». eger her leser sîfetyekey xoy mayewe be cya enûsrê, wekû «dił soz».