kokirdinewe legeł beşkirdina

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  837 Dîtin

beşêkî tir her lem babete le cwankarî guzareyî «kokirdinewe» legeł beşkirdina - alcim’ mi’ altiqsîm.

emeş eweye ke çend şitêk le jêr ḧukmêka ko bikirêtewe û paşan beş bikirên. wêneke wekû ewe: sałêkî zor tûş bû, kabrayekî kurd lêyan pirsî îmsał çon bûn?. witî:

«çon bûyn? lew řojewe ke zistan destî xoy weşan, zîndemał û merdemał gułołeyan kewte lêjî; meřumałat qiřî têy kewt, gizre û pawan xura, gewř û kadan çoł bû, dar û perdû sûta, ga û gotał fewta, çî ma?!.»

lêreda çend şitêkî be dû řestey kurt ko kirdotewe - ke zîndemał û merdemałe -; koy kirdûnetewe lejêr yek ḧukmida - ke fewtan û tyaçûne -. paşan ew tya çûne - ke ḧukmekeye - beşî kirduwe û ełê: zîndemał - ke meřumałat û gawgotałe - fewtawin û qiřyan kird be hoy befru sermay ew zistanewe. merdemał - ke dar û perduwe - her leber sardî zistaneke hemûy sûtênra, kawgizreye dira be małat her kełkî nebû!.

***

emca pêçewaney emeş her le cwankarî guzareyîye; wate beşkirdinî çend şitêk û le paşa le jêr yek ḧukmida ko bikirênewe.

wêne wekû «şêx řeza» ełê:

«wextî şeř şêrin le bo dujmin, le sîlma şîrî pakin bo xoyan»
«wa buwe ’adatî ecdadî kiramyan, mawete û bem core boyan»

basî yekê le ’eşretekanî kurdî kirduwe ełê: sifetî ewane le katî şeřa wekû şêr wane, pelamarî dujmin eden hîçyan nahêłn, le katî asayşîşa şêrêkî pak û xawênin bo xoyan, wate be řeḧim û be harî karî - n bo xoyan, em řeweşte her le baw û bapîranewe mawetewe boyan.

yekem car sifetekanî beş kirduwe ke; azayetyane beranber be dujmin û bezeyî û diłpakîye bo xoyan le beynî yeka, paşan koy kirdûnetewe lejêr yek ḧukmida - ke řewişt û ’adete -; wate em řewşteyan her le baw û bapîrewe hebuwe.