pakjeyek lebarey xwastinewe

Li pirtûka:
Xoşxwanî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 6 Xulek  1567 Dîtin

xwastin ebê be gelê beşewe:

be ê’tibarî her dû serekey - lêy xwastiraw û boxwastiraw - ebê be dû beşewe.

be çaw ew şitewe ke lêy xwastiraw û boxwastiraweke tyaya hawbeşin - ke ew şite belay ehlî wek yekewe be «wice alişbe». naw ebrê - ebê be dû beşewe.

beçaw lêy xwastiraw û boxwastiraw û kokerewekeyan; wate be ê’tibarî em sêye ebê be şeş beşewe.

be ê’tibarî wişey «misti’ar»eke ebê be dû beşewe, wate esłî û tebe’î.

dîsan xwastin be ê’tibarêkî tir; cige le ê’tibarî emser û ewser û kokerewe û wişeke, ebê be sê beşewe; «azad, řût, paławte - mitilqة, micirdة, mirşiḧة».

ewey ke be ê’tibarî dû serekey ebê be dû beşewe, eweye ke dû layeke, ya eguncê le şitêka ko bibnewe. wekû ewe ke serdarêk ełê:

«gumřakanman hênayewe ser řêgay řast» wate le řêga layandabû, řê be dyêman bo kirdin bo ewe bênewe ser řêga řasteke. eweş ke naguncê ko bibnewe, wekû şitêkî nebû we ya nebûnêk bixiwazî bo bûnêk; wate îsti’arey «mi’dum» bikey bo «mucud». dyare hîç kełkêk lem îsti’areda nîye û nabê.

ewey ke be çaw «cam’ - kokerewe» ke; wate ew şitey ke her dû lay xwastineke tyaya hawbeşin. emeş ya ko kereweke le çemkî lêy xwastiraw û boxwastirawda heye û daxłe, ya nîye.

ewey ke heye wekû ew wêneye ke ełê: «her dengêk ebîstê boy bał egrêtewe!» bałgirtinewey xwastuwe bo heřakirdin. «kokerewe - cam’» le nêwanî bałgirtinewe û heřakirdina «ẍardane». em ẍardane le mefhûmî bałgirtinewe û heřakirdina heye.

ewey ke nîye û daxił nîye, wekû xwastinî «piłing» bo pyawî aza û pałewan, çunke pałewanî şitêkî ’erezîye bo piłing, piłing xoy diřindeyeke, pałewanî le xarcî ewaye.

eweş ke be çaw lêy xwastiraw bo xwastiraw û kokerewekeye, ebê be şeş beşewe. řûnkirdinewekey bem coreye.

dû sereke eger «ḧisّy» bûn; wate qebarekeyan hebû. kokereweke ya ḧisّyiye wekû ełê: «kełeşêre zêřînî ser xezneke eyxiwênd». lêy xwastiraw - mist’armne - ke mişbebe keye - kełeşêrêkî řasteqîneye. boxwastiraw (misti’arle) ke mişbekeye - kełeşêre zêřînekeye. kokerewey herdûkyan şikłekeye. emane ḧisّyin.

ya ew kokereweye «jîrî»ye wekû kabra witî: «kêç neyhêşt bixewm heta řojim le şew sendewe!». mebestî eweye ew şewe her le serêwarewe kêç neyhêştuwe binwê heta kewte řoj. lêreda lêy xwastiraw - mist’armne, şewekeye, boxwastiraw misti’arle - ke, derkewtinî řojekeye. em duwe her dûkyan ḧisّyin, kokerewekeyan; wate cam’ le nêwanî em dû ḧisّyiyeda, ḧesaneweye, çunke ke řoj buwewe kêç wazî lêy hêna û ḧesayewe.

eger xo dû layeke û kokereweke hemû «jîrî» bûn wekû ełê:

«min çurtim dabû le jêr xaka, kê minî hêna bo êre?».

lêy xwastiraw nustine, boxwastiraw mirdine, kokereweke bê agayîye le herdûkyana nustin û mirdin le bê agayîda wekû yek wane.

ya eger dû leyeke yekêkyan ḧisّy we ewîkeyan «’eqłî» bû. «ḧisّyeke lêy xwastiraw - mist’armne - ke bû. wekû ełê: «şekirêk bişkêne». lêy xwastiraweke şikandinî şekire. ewe ḧisّyiye, boxwastiraw - misti’arle - ke qisekirdine, kokerewe le beynî ew dû şiteda geşeyekî řoḧîye bo gwêgran. em duweyan ’eqłîn.

we ya be pêçewanewe bû; wate dû sereke ḧisّyekeyan boxwastiraw - misti’arle - ke bû. lêy xwastiraw - mist’armne - ke legeł kokerewekeda «cam’» ’eqłî bûn. wekû ełê:«aw be awedanîda eřwa», «aw» boxwastirawekeye «ḧisّyiye» «awedanî». lêy xwastirawekeye, kokereweke «têrî»ye. em duwe herdûkyan ’eqłîn le fihûmda, çunke mebest be awedanî ẍeyrî birsêtîye.

we ya kokereweke hendêkî «ḧisّy» û hendêkî «’eqłî» bû. wekû ełê: «mangêk derkewt» mebestit însan bê le cwanyekeya û le diłgîryekeya. dû sereke - ke însan û mangekeye - ḧisّyin, kokereweke hendêkî cwanîye - ke ḧisّyiye - hendêkî diłgîrye - ke ’eqłîye.

ew «îsti’are»yeş ke witra be çaw wişeke «misti’ar»eke ebê be dû beşewe. emeş eweye: ke eger wişeke îsmî cins bû wekû ew nawane ke nawin bo şit, xwastineke ebê be esłî û řegezî, wekû «şêr» exwazrê bo pyawî aza. «tirsinok» exwazrê bo pyawî netirs û bêbak.

eger wa nebû ebê be tebe’î û ředû. emaneş behoy kirdewe û muşteqatî kirdewe û pîtewe. bo em coreyan min pêwîst be dirêjepêdan nabînim.

***

behoy dwayî hatnî dû babetey guzarekarî û řewankaryewe şitêkî tir mawe pêmwaye basî eweş bikirê:

belay hemû zanayanî belaẍewe waye ke xwaze û dirke parawtir û behêztirin le dirust û dan pyanan; wate «micaz û kinaye». belêẍ tirin le «ḧiqîqة û tisrîḧ». emeş boye waye çunke wekû ewe waye ke to le «milzûm»ewe biçît bo «lazim» hemû dem ke melzûm hebû lazmîş heye, ke agir hebû germayî heye; ke mecaz û dirke hebû dirust û dan pyananîş heye. eme wekû ewe waye ke to daway şitêk bikeyt legeł îsbat û gwahîda. bêguman dawakirdin legeł «bînة»da behêztir. le dawayek ke ewî legeł nebê.

herweha «xwastin»yiş behêztire le wek yek, çunke em xwastine - wekû witra - beşêke le xwaze, xwazeş bepêztir bû le «dirust». le basî «xwastin»da qise le xizmayetî wek yek û xwastin, wek yek û xwaze, xwaze û xwastin kira, le encamî ew basaneda dêne ser ewe ke xwastin behêztire le wek yek.