beḧrî «tiqarb» ya «mitqarb»

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  511 Dîtin
beḧrî «tiqarb» eczakey heştin
neẍmeyan neẍmey ehlî beheştin
«fi’uln» tekirar heta çware
bo her mesre’ê ḧedyan dyare
dû «’iruz»y hen yekemyan saẍe
çwar «zirb»y heye wêney gułbaẍe
yekemyan saẍe û dûhem «miqsur»e
sêhem «miḧzuf»e, çwarem «mibtur»e
«’iruz»y dûhem «miczu’»e û «miḧzuf»
dû «zirb»y heye asan û me’rûf
yekem be wêney «’iruz»y waye
«miczu’»e û «miḧzuf» «’ilî alrwaye»
«zirb»y dûhemyan «miczu’» û «mibtur»e
wek lay zanayan baw û meşhûre

mîsal leser yekem «’iruz» û yekem «zirb»

selamim heye bo serî serweran
le bo řehberî komełî řehberan
bigate ḧuzûrî be hîway necat
le sû’î xîtamim le katî memat
le fîtney zeman û le mîḧney cîhan
bełay nagehan û misîbey nîhan
le bay gerdelûlî nexoşî û elem
le latî û nehatî, sefîhî û seqem
le xamî û nefamîy gelî ’a’île
ke maye û esasin lebo ẍa’île
selat û selamim be îxlas û dił
bigate diłî şahî «fixir alirsil»
xudaya be ḧeqqî ḧebîbanî xot
ewaney ke gyanyan fîda kird lebot
ewaney mutî’î eto bûn be ḧeq
ewaney semî’î huda bûn be ḧeq
ewaney geştin be payey řeza
řeza bûn be mecmû’î derd û siza
ewaney geyştin be sayey sefa
ewaney geyştin be mayey wefa
ewaney geyştin be enwarî dił
ewaney ke diłyan berî bû le gił
be cahî řesûłî ře’ûf û řeḧîm
ke kirdit be mîftaḧî babî ne’îm
be cahî řesûłî metîn û emîn
ke nardit be řeḧmet lebo ’alemîn
řesûłê ke mayey wisûłî diłe
řesûłê ke nûrî dił û menziłe
řesûłê ke hadîy ser azadîye
řesûłê ke yadî derûn şadîye
řesûłê ke ’alem munewwer bu bew
şewî bû be řojî munewwer le new
řesûłê ke dînêkî way xiste der
şewî řojî řunake bo baxeber
ewey ḧalemî piř le derd û cefa
piřî kird le nûrî se’ade û sefa
ewey řeḧmete bo hemû ’alemîn
ewey nî’mete bo gelî serzemîn
řesûłê ke mîwanî bû cubre’îl
be tenzîlî ayatî zatî celîl
ewey çatre bo hemûman le bab
ewey şafî’î gişte «yum alḧisab»
ewey wext û wadey becarê hemû
lebo ḧeq bû, dûrî nebû lêy be mû
ewey her ewendey wekû ême bû
ke mexlûqî zatî xuday ême bû
berî bû le nûsînî xetîy syah
lebo nûrî dana bû zatî îlah
kesê bo beyaz û sefa bête naw
çilon ew xetî řeş ebînê be çaw
betenha be sûret benî ademe
egîna be xû fewqî gişt ’aleme
ewey kareba bê lebo nûrî ḧeq
munasb nîye bo řeşayî wereq
be qurbanî to bim be gyan û be dił
etoy nurî řoḧ û etoy ’etrî guł
nîgahê bifermiwî le namîNasnava edebî be dił
mu’eter ebê řoḧî ew çeşnî guł