bira’ة alastihlal

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 2 Xulek  576 Dîtin

yekêkî tir le hunerekanî bedî’ «bira’ة alastihlal»e ke le luẍeta beme’nay gerdin berzkirdneweye bo dozînewey mangî yekşewe ya le şadmanîy dozîneweya. le ’urfî bedî’îşa ewete le dêbaçey witara îşaret bikirê bo metłebî xawen witar le witarekey.

bo nimûne abumḧimdî xazin le seretay qesîdeyekî pîrozbayîy saḧêbî kuřî ’ibada ke xwa kuřî dabûye, ełê:

bişrî, fiqid enciz alaqbal ma wi’daErebî
wikukib alimicd min efq al’ila si’daErebî

«nam lew parçe şî’reya ke le seretay seferî ḧecya nûsîwye, ełê:

bex bex, maşełła: çend bextyarim
be dił muştaqî zyaretî yarim
egem be řewzey řewzey serdarim
baxçey piř mîwey yarî diłdarim
madem geyştim eḧesêmewe
řizgarim le bay cefay bedkarim
nîşanî şeref wer’egirim bo xom
le destî bałay walay muxtarim
’aqîbet xêre beřastî namîNasnava edebî
be zyaretî şefa’etkarim

ca pêwîste leser xawen witar le çwar şwêna çawdêřîy witarekey bika. yekem le seretada, wate le seretay witarekeya, be wirde wirde û naskî û cwanî, bête qise, wa ke diłî danîştiwanî řakêşê. duwem: îşarey be mebestekey xoy tyabê ke ewe «bira’ة alastihlal»ekeye. sêhem be munasbe le dêbaçekewe derbiçê bo mebestekey. çwarem «ḧisin alantiha’» wate be cwanî biřînewey witarekeye û dwayî hênanyetî becorê ke diłî danîştuwan xoş û nûranî bika û dwa řisteyşî nîşaney biřanewey witarekey tya bê.

bo nimûne «namî» le dwayî hatnî em basaney em kitêbeda ełê:

supas bo xuda min bextyarim
le sayey xwawe tewaw bû karim
çend peřeyêkim nûsî be pêy ḧał
le fennî bedî’ bo gewre û minał
bîken be sermeşq bo basî edeb
bo edebî kurd yaxud hîy ’ereb
kemukurtyan eger tya bînî
řastî kenewe bo řênmûnî
ba çaw bipoşin le ’eyb û neqsim
min taqekes û tenge nefesim
be gwêrey řoje xizmetî zanist
her kesê ta çendê řoyşit
cîhan deryaye, her kes be pêy xoy
beş û behreyê danrawe boy
supas bo xuda beş firawanîn
be nûrî řeḧmet dił awedanîn