sirqat şi’rîh

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 3 Xulek  726 Dîtin

dwa babet lem kitêbeda derbarey «sirqat şi’rîh» yih watih dizînî lefiz ya me’nay şî’ir.

mebest lem babetih eweyh şa’îrêk ’îbaretêkî le şê’rî xoya bekarhênawe ya me’nayekî beyan kirdûh, paş ew şa’îrêkî tir bê ew ’îbaretih ya ew me’nayh werbigrê û bîka bih hîy xoy û lih şî’rî xoya bekarî bihênê.

dû şa’îr wek yek lih babetê bidwên kih lew babetaney lih naw xełka bawin wek mediḧ û zem û diłdarî û sitayşî xwaw pêẍemberu babetî lem çeşinh, ya dû şa’îr le «wiche aldilale»da wek yek û hawşêwe bin wate ew řêgayaney bekaryan ehênin bo geyandinî mebest wek bekarhênanî ḧeqîqet û mecaz û teşbîh û te’rîz û şitî wa, eme pesend û becêye çunke lekonewe lenaw şa’îr û edîbana baw buwe û bekarhênrawe.

bełê eger lem babetî «wiche aldilale»da yekê lew dû şa’îre zor lewî tiryan wirditir û dařiştinekey naskitir bû, ewe ekirê eweyan be lepêş «miqdim» binasrê û eger ewî tir ew şêwe dařiştiney lê dizîbû, ekirê emey duwemyan be diz binasrê. bełam dizînî řastî bewe dête řû kabray duwem ’eynî me’nay şa’îrî pêşûy le şê’rekey xoya beyan kirdibê legeł hemû lefzekanya, ewe bê guman be diz enasrê. herwa eger kemê le lefzekanî ewî pêşûyşî gořî, ya tenanet hemû lefzekanîşî gořî be lefzî muradîf, eweyş her be dizî ḧisêb ekirê.

xo eger me’nay şî’rî şa’îrî pêşûy wergirtibû legeł hendê me’nay wird be me’nay tiro, hemû lefzekan ya hendêkyan bigořê, ewe em řeftarey naw’ebrê be «aẍare û misix» wate beserdadan û be şitêkî tir kirdin. lem sûreteda eger şa’îrî dûhem bebelaẍettir bû le şa’îrî yekem, ewe baş û qebûłe û eger wekû yekîş derçûn ewe şî’rî şa’îrî duwemîş başe û wer’egîrê, bełam huner her hî şa’îrî yekeme. xo eger şa’îrî duwem le şa’îrî yekem kemtir bû ewe napesende û wernagîrê. em tefsîlateyş bo şwênêke bizanrê şa’îrî duwem le şa’îrî yekemî wergirtuwe, egîna eger ew te’bîr û teswîre leser «tewafuqî efkar» bê, ewe bê sê û dû pesende. eger şa’îrî duwemîş her me’nay şî’rî şa’îrî pêşûy wergirtibû, nek lefzekanî, ewe ew kare naw ebrê be «almam û silx» wate destitêwerdan û lêdamalîn. em coreyş ebêtewe be sê cor. yekem eweye şa’îrî dûhem belaẍetdartir bê lewî pêşû, ke eme pesende û başe. dûhem eweye her wek ew wabê, emeş her wer’egîrê. xo eger lew ayextir û kemtir bê, ke eme corî sêheme, ewe napesende û wernagîrê.

emaney basman kirdin hemû beş beḧałî dizîy aşkira û pêzanrawe. herçî dizîy pênezanraw û na’aşkiraye, eweye şî’reke core pêwendêkyan beyekewe bibê, wek şa’îr lem beyteda ełê:

fila yimni’ik ’in erb liḧahim
swa’ zu al’imamة û alximar

be berawird legeł em beytey «ebû elteyîb elmetenbî» ke ełê:

wimin fî kifih minhim qinaة
kimin fî kifih minhim xizab