cinasî tam
Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
3 Xulek
1104 Dîtin
yekem «cinasî tam» wate hawřengîy tewaw lenêwan ḧerfekanî dû lefzida. namî le nimûne hênanewey em coreda ełê:
katê çawim kewt be çarey amîn
witim: fîdat bim! witî pêm: amîn
witim: ba destim bigate meme
witî: memnû’e, meme xateme
witim: bê bo çoř ya bo dêy nene
be zerdexene pêy fermûm: ne ne
witî: ḧez ekem bêm lebo serdoş
witim: beser çaw, etnême ser doş
witim: derxe řût be wêney lala
be lehcey ’ereb pêy fermûm: la la
witim: bê bo lam nazarî serpoş
pêy witim: ’eybe hatin bê serpoş
witim: em çerxe bo gerdelûle?
witî pêm: çunke zułfî min lûle
witim pêy: maçê lew dû çawane
witî: meḧałe bem dû çawane
witim: bimxeyte nawî çawane
desberdar nabim lew dû çawane
witim: derim key le dîwaneket
şêt ebim, ebim be dêwaneket
esûřêmewe wêney perwane
herçend bisûtêm wêney perwane
witim: wa eřom bo małî lale
bo seyr û sefay ew gona lale
witî: lem kat û şwên û meḧałe
ewey etewê bo to meḧałe
emcar henasem hełkêşa be dax
bûm be dêwaney deşt û şax û dax
tobey kird le řoḧ cenabî «namî»
xoy kird be fîday çawanî camî
egerîş ew dû wişeye herdûkyan «asim» (naw) bin ya «fi’il» (kar û kirdewe) bin, ewe hawcorîyekeyan naw enrê be «mimasil» wate hawçeşin. egerîş yekêkyan naw û yekêkyan kar û kirdewe bê pêy ewtirê «mistufî» wate piřbepêst.
«namî» le nimûne hênaneweda bo em core ełê:
zyad zyad bê nan û xwanekey
her awedan bê dîwexanekey
eger yekêkîşyan «mifird» û ewyan «mirkib» bê ewe pêy ewtirê «cinas altirkîb» wek lem beytey namîda:
bedkar nefam û xame «gademe»
ba bileweřê le gyay «gademe»
herwa ełê:
perîxaneye xanûy perîxan
boye bo dêwan bû be dîwexan
herwa ełê:
legeł gułzara çûm bo naw gułzar
bo sebir û sefa û bo çarî azar
zanayê fermûy pêkewe meřon
meger heł bigirin du’ay çawezar
egerîş le şêwey nûsînda cya bûn le yek ewe naw ebrê be «miẍruq» wek lem beytey «namî»da:
çimaçima: ya çiman, bo şubhandin be kar ehênrên. mexule lay mame xule
bû be xawenî qerewêłe û kullekulle: perde û kulley ser cêy nûstinî hawînan le serban bo def’î mêşûle.