lif û nişir mirtib

Li pirtûka:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
Berhema:
Mela Ebdulkerîmî Mudeřîs (1901-2005)
 1 Xulek  807 Dîtin

dehem: «lif û nişir mirtib»e ke eweye însan beyanî çend şitê bika û paşan beyanî ewsafî ew şitane bika be řîz, yekem bo yekem û duwem bo duwem û herwa ta axrî hemûyan.

wêney eme le ’erebîda zore. le zimanî xoyşimana wek em çwarîney «namî» ke ełê:

bała û desroke û řuxsarî cwan
le bom derkewtin şewê le şewan
wamzanî ała û perçeme derkewt
ya mangî çwarde derçû le kêwan