ḧîkayeta bîst û duwê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 4 Xulek  1124 Dîtin

berî niha mela û fuqeha’êd kurdistanê, gelek dizî ji dêrêd felan dikirin, lewřanê, link wan malêd dêran bît almalErebîe, herçî kesê bibetin diruste û guneh nîne, dinêva meksê da, ḧacî şaquNava taybet hebû, kuřekê feqeh hebû navî şumuNava taybet bû, biřastî şum û qewî neḧis û şiřîr û xweyî cesaret bû, eslen ji kuştin û girtinê xewf nedkir û çend feqehne dî jî weku xwe ḧeramza lixiwe girêda bû, ekserê şulêdwan ew bûn ku diçûn û bi rojê di cessandin û bişev dêrêd felan neqeb dikirin û xaç û şemedanêd zîvîn û pîlun didzîn û dibirin û diçûne welatekê dinî, ew mal telef dikirin û îcarê ji wê derê jî tîkirar dêr di cessandin, ew jî neqeb dikirin, xulase kar û kespêdwan eve bûn, û her çend mîrêd wan jî se’î û cuhd dikirin, ku feqe şumwî bidest bînin û bigirin, mumkîn nedbû, ekserî bişev û řojan xwe li cyan xef dikirin, ewî şumwî bixiwe neqil dikir, em carekê sê mirov çûne dêra berê kilêsa wanê dizyê, weku nîva şevê bûy, mechekê dêrê neqeb kir, kun kir, lakîn berêd dêrê biřî ne, kun fireh nebûy, bi zorekî mirov bi zeḧmet pya dibî, min gote oldaşan, ku yek jwe dakevin û biçne nêva derî, yek jwan cesaret nekirin, naçarî şumu dibêje, ez daketme neqebê û çûme nêva dêrê, min şemal helkirê, herçî ku didêrêda hebûn, xaçêd zîv û şemedan û pîlun, min berhev kirî û înaye daye oldaşêd xwe, ji neqebê dikêşan û dibirin, meger li wê navê, êrîsan ji derve ḧisa mekirîne û zanîne ku diz ketye nêva dêrê, êdî min seh kir, ji derve bûye qal meqal û qořî û şemate, weku uldaşan ji derve seha qal meqal kirî, ew ji ser neqebê řevîne, min jî di dêrêda qesda neqebê kir, ku kusa ez jî ji dêrê biderkevim û jineqebê biřevim, ez çûme derê neqebê, min dît ku ji derve felan derê neqebê girtîne û çend fele bi tiveng û çek liber neqebê ḧazir westane, êdî umêda min ji neqebê hatye biřîn û muteḧeyîr maym û hatme derê dêrê, ku ji derve heyn mîqdarê deh felan û îrîsan biçek westane, û liderê dêrê dixebtin, îcarê min mulaḧeze bixiwe kir ku çare nîye, evnedê min deste gîr biken, bê ḧîle nabî, lazme ku ez bi lêbekê ji van xilas bibim, min berê derê dêrê ji hindurve daxist bû, fele lê dixebtin, ku goya bi terzekî veken û yaxo bişkênin, îcarê ez çûme nîveka dêrê, min şemedanekî bilind û ’eba xwe avête ser şemedanê, êku ji dûrve bidîta, mirov ḧisêb dikirin, îcarê hatim pişta derî ji nişkêve min derî vekir, xwe daye pişta derî û pêve zelqîm, weku derî ji nişkêve vebwî, dû sê tiveng vebûyî nêva derî, û derêd tivengan tijî nêva derî bûyn, gulle çûne nêva dêrê û felan dayne şîr û tivengan û bikom hicum kirne kinarê şemedanê, ku ’eba min liser bû, ez jî li pişta derî bûm, weku koma felan ji min xercîn, min xwe li derî dayî, ez biderketim û ji derve feleyek hate berayya min, û min ew jî bi xencerê hingafit û xilas bûy min bazdaye wijpêy bûy qal meqala felan, lakîn negehane toza min ez xilas bûy.. we hatim ku oldaşê min ketne xebera min, weku ewan jî ez dîtî şabûn û me ew mal birne dyar bekirê û firotin û jê xilas bûyn.