ḧîkayeta bîst û yekê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  827 Dîtin

řawî řîwayet diken, ku ji sîlsila ’ebasyanNava taybet, di weqtê îbrahîm xan begNava taybetê, ku mîrê ’imumê «hekaryanNava taybet» bû, ji tayîfa «hertuşyanNava taybet» ji mala aẍayêd giravyanNava taybet mirovekê qewî zêde řeşîd û camêr peyda bûbî, navî şekir aẍayê şengNava taybet» digutin, di weqit û zemanê xweda, gelek nav û deng peyda kirî û zav dinêva ekiradanda xweyî î’tibar bûbî, ji etrafanda dihate gotin, ḧetta paşayêd wanê jî leşkir viřê dikirne ser şekir aẍay, ku belku bidest bixînin, mumkîn nebûyî, û mîrê hekaryan leşkir kirî, çûye ser şekir aẍay dîsanê, cihê wan gelêy arakê bûw ji ber asêtyê, îbrahîm xan begê, zefer pê ne’anî, me’yûs vegeřya, xulase pêlekê şekir aẍay meydana şeca’etê û zoryê zebit kirî, mîr û paşayêd wan kinaran hemû ketne qesda şekir aẍay û ji wî ’aciz mayn, mirovêd wî şekir aẍay li etrafan xirabî dikirin, ḧetta weqtê ku çeteçî ’ebdulla paşaNava taybet ser ’eskerê erzeřomê bû, ewî jî emir viřêkirye ji boy paşayê wanê, ku şekir aẍa fermanluye, ji te dixiwezim, îcarê paşayê wanê cewab ji boy mîrê hekaryan îbrahîm xan begê viřê diketin, ku eḧwal eveye, şekir aẍa fermanlu, bilanê çareyekê lê biketin, îcarê îbrahîm xan beg dinvîse ji boy paşayê wanê, ku ev şole bi zorî nabî, bilanê paşa muddeyekî sebrê biketin, belku bi ḧîle û terzekî em şekir aẍay bidest bînin, muddeyekî liser wî borî, îbrahîm xan begê, dustî xiste nêva xwe û şekir aẍay, kaẍez û qasd diçin û tên, paşî mûdeyekî îbrahîm xan begê şekir aẍa gazî mala xwe diketin, bilanê bêtin, em yekudû bibînîn û tifaqa me bibîte yek, herçend îbrahîm xan begê ev teklîfe li şekir aẍay kir, lakîn şekir aẍa bawerî nekir, qebul nekir, îcarê îbrahîm xan beg cewab viřêdketin, ku ez mêvanê şekir aẍay me, ez dê digel deh pîşekaran bême silavya şekir aẍay, em yek û dû bibînîn û xeber biden, îcarê weku ev cewabe gehaye şekir aẍay, got bilanê îbrahîm xan bek kerem biketin û bêtin liser seran û liser çavan bêtin, îcarê îbrahîm xan beg ji ẍulamêd xwe deh nefer bijartin û digel xwe birî çûye kela şaxêNava taybet mala şekir aẍay û şekir aẍa jî digel sêsedu çarsed swar û peyan hatye berayîka îbrahîm xan begê û birî li kelê, li mala xwe kirîye mêvan, î’zaz û îkiram diketin û digel yekudû zêde muḧbet û ulfet diken, îbrahîm xan beg dû şevan dimîne, şeva sê bixef dibêje ẍulamêd xwe, ku ez îşeve şekir aẍay dê bikujim, lakîn ẍulam û etba’êd wî zeḧfin û em hindikîn, bişev paşî zadî, ez dê digel şekir aẍay bikeme xilwet, ez û ew bitnê dimînin, paş muddeyekî ez dikeme gazî, ku qelunê werin novekin, hun her deh jî werne hindur o deyê, û fîlḧal derî ji hindurve dadin û şekir aẍay bidene ber xenceran bikujin, wiku ew hate kuştin, êdî ew ẍulam û etba’êd wî dest helnagirin, em yanizde mirov lêre bîn û çek û ratbêd me di udeyêda li nik meye, ez mîrê hekaryanim, êdî kesek paş mirna şekir aẍay newêrîte îbrahîm xan, weha tenbîh û te’kîdê li ẍulamêd xwe diketin, bişev paşî zadî, îbrahîm xan beg emir diketin, ku xilwet biken, ez û şekir aẍa bitnê bimînin, xeberdana meheyn, ez dê subeyê biçim, em şêwra xwe temam biken, îcarê ẍulamêd îbrahîm xan begê û ẍulamêd şekir aẍay ḧemû biderdikevin, îbrahîm xan beg û şekir aẍa herdû bitnê di udeyêda dimînin, lakîn ẍulamêd îbrahîm xan begê ḧazir her deh jî guhdarî bûne, lewřanê ew tenbîh bûne, paşî sa’etekê îbrahîm xan beg dikete gazî ku agirekî qelunê bînin, îcarê ẍulamêd îbrahîm xan begê digel gazyê, her deh jî diçne nîva udeyê û derê odeyê ji hundiruve qifil diken û di gehne şekir aẍay û didene berxenceran, lakîn şekir aẍa jî hinde mecal dibe ku yekî ji wan ẍulaman dikuje û yekî birîndar diketin, şekir aẍa kuşt û temam kirin, lakîn ẍulam û etba’êd şekir aẍa liber derê odeyê, bûye ẍewẍa û qyamet, lakîn deh mêrêd bijare bi ratib û şeşxane digel mîr di odeyê danin, êdî ẍulaman ger çi kirîye helê helê û gotin em dê odeyê bisujîn, lakîn newêran, lewřanê ekiradêd ře’ye liber mîran û begzadan dest helnagirin, ji paşyê mulaḧeze diken, îcarê îbrahîm xan begê ji odeyê kirye gazî, ku şekir aẍa fermanlu bû hate kuştin û temam bûye û hun belav bibin û biçne malêd xwe, ger ne herçî kesê tagrya şekir aẍay biketin, ew jî fermanluye û subeyê dê leşkirê min bêtin, êdî keyfaweye, ez dê me’yen waldaşêd şekir aẍay ḧemû bigirim û bikujim, hûn biřaḧetî biçne malêd xwe û mûdeřiřs û qazyê hêşetê jiboy min viřê biken, ez da fermanê bideme wan, bilanê ji boy tayfa hertoşyanNava taybet bixonin, weku îbrahîm xan beg ev xebere ji nêva odeyê gote ẍulam û etba’êd şekir aẍay, êdî ew jî tersyan û sist bûyî, herkesek belav bû, çûyne malêd xwe, meşhûre dibêjin ji boy miryan paşî kes namrîtin, êdî etba’ û ẍulamêd şekir aẍay belav bûy, mudeřiřs û qazî hatne derê odeyê û gazî îbrahîm xan begê kirin, ku mîrim te emir kir bû em hatîne, çi ferman dikey, îcarê îbrahîm xan beg dibêje melan, ko da me’lûmê we bibîtin, ku şekir aẍa bi emrê dewletê fermanlu bû û emrê min bû, ez hatim û min kuştye, ez dê serê wî bibiřim û viřê bikeme dewletê, lakîn ji boy bira û kuř û ẍulam û tayfa wî ḧemûyan řaye, bilanê řaḧet bibin û gerne paşî hûn xelqê hêşetê ḧemû fermanlû dibin, êdî mudeřiřs û qazî xelq sakin kirî, derê odeyê vekirin û serê şekir aẍay jêkirî viřêkirne wanê û laşê wî defin kir, îbrahîm xan beg îna kuřê şekir aẍayê mezin, mîr miḧemed xelat kirîye li cihê babê kirîye aẍayê tayfa hertuşyan û vegeřyay hate mala xwe, şekir aẍa weha mixabin çûy, jin û kiçêd wî zav sitran li şekir aẍayê şeng girêdane, dinêva hertuşyan û ekiradêd wan kinaran meşhûre, sitranêd şekir aẍay distirin û niha jî dîsanê ji neseba wî şekir aẍay, aẍayêd tayfa hertuşyan heye, ’umerê mîr miḧemed dibêjin, dikela şamansê da sakin dibîtin..