pêşekî
bîrî minałî tîje. sał, sałî 1374y hîcrî bû. seyîd eḧmed nawêk bo carî sêyem le mekke û medînewe pexşîyekî biław kirdewe ke pêẍember (di.x) le xewa pêy witûm le sałî 1350da dinya dwayîy dêt, kêwekan eřûxên û ’alem heprûn be heprûn ebêt.
fiłanî! le mizgewtekan û le małekana şîn û şepořêk bû ew serî dyar nebêtewe. şêx celalî biray şêx necîbî qeredaẍî, ḧacî fetaḧî qezaz, eḧmedî qadir çawiş, ḧacî miḧemmedî ’enber û gelêkî tirîş -yařebbî beřeḧmet bin!- leser sekokey mizgewtî şêx celal piřmepiřim egryan û destesřekey destyan betewawî teř bûbû; ’alemekey tirîş bo giryan şwênyan ekewtin. minî negbetîş her egryam. ewa ewan wekû kabra witî be her ca! min boçî? min hêşta lenaw minałana yarîm ekird, ne emzanî dinya çîye? ne qyamet.
sał bû be sałî 1350, dinya nebû be dinya’axrî. le dway eweş sał her singî ena bo pêşewe. ta bû be sałî 1389, dinya her wekû xoy mayewe û nebû be dinya’axrî. wa dyar bû, seyîd eḧmed -xwa siłametî ka!- xewekey destihełbest bû. le mawey em 51 sałeda to ezanî çi core karesatanê řûyan da? wekû ełê: řojan řojî le dwaye. řojî pêrê řoyî, řojî dwênê hat. dwênê, îmřoy beşwêna hat. hemû wekû tomar pêçrayewe.
ba bêynewe ser sałî 1957y mîladî, lew sałeda be ḧesab bû be 30 sał dway dwayîy hatin be xewkey sey eḧmed lebatîy ewe dinya dwayîy bêt, keçî bergî yekemî «řiştey mirwarî» ledayk bû. her ew sałe bergêkî tir. sałî 1958 bergî sêyem, 1969 bergî çwarem, 1972 bergî pêncem. lew mawewe ta êsta îş û karî tir mawey nedam bitwanim leserî biřom. ewa lem sałeda, sałî 1978 geřamewe bo koneçał. bo derkirdinî bergî şeşem. emey ke leber destitaye.
im! mamosta ełê řiştey mirwarî lew sałeda ledayk bû. lay waye şêrî be gwê girtuwe. we ya estêrey le asman hênawete xwarewe, ya keştî le erzewe birduwe bo asman.
bira, kała leqed bałaye. ew neteweye ke keştî birduwe bo asman; ẍeyrî netewekey mine. min ke le netewey kurdim, her ewendem le dest dê. to derzîyek dirust bike min sûjnêk dirust ekem. min dirêẍim nekirduwe her ewendem le dest dêt. hemû kes nabê be dahêner û duktur û muhendis û kîmyager. nan bo nanewa û goşt bo qesab. min ewem le dest dêt ke xizmetî netewe bikem le řêgay edebewe. ta bimênim lew řêgayeda înşałła dirêẍ nakem.
le mawey em 21 sałeda gelê le dostanî dêrînem le dest derçûn. gelê lew kesane ke şityan bo gêřabûmewe we ya boyan enardim bo «řiştey mirwarî» le desim derçûn û řûyan kirdewe bo baregay îzedî. wa dyare xewekey sey eḧmed le mawey em penca û yek sałeda be çaw ewanewe hendêkî hate dî.
ewan řoyştin û min her mamewe. le bergî yekemewe dûr nîye hendê kes byanutaye ewîş eçête naw kûpełeke, keçî duwem hat û min neçûm, sêyem hat û min neçûm, çwarem û pêncem hat her neçûm, xo be xwa her eçim. «mewlewî» ełê:
bełam toxwa wazim lê bêne ba ziłya û piłyawêkî tir bikeyn.
nałêm edeb çîye û kełkî çîye bo netewe? çunkî le pêşekî bergekanî tira emem zor wituwe, zor witnîş qur’an xoşe! lêreda her ewende ełêm «řiştey mirwarî» çend berêkî bekełkî heye: yekem, edebe û edeb neteweye. duwem řêbazêke bo xwêndinewey kurdî. zor şit heye řêbaze. bełam em wa le mirov eka pêwe biçêt û bîxwênêtewe û hîç taqetîşî neçê, çunke zaxawêke bo mêşk. sêyem wekû leş, pêwîstye be ḧesanewe, fîkir û mêşkîş ew pêwîstîyey heye. ḧesanewey fîkir eweye ke xoşîyekey bigatê bebê ewe ke leşeke boy bikewête ’ezyetewe. qisekanî «řiştey mirwarî» to be gałte werî egrî û xoşîyek řû ekate fîkir û mêşkit. legeł em xoşîyeşa dersêke bo hemû řûdawêkî jyan, ke em derse le pişt perdey xwêndinewekeweye.
şitêkî tir mawetewe ba bîłêm:
ew sałe ke le «wenderêne» bûyn, sebeteyê tirê doşawî gyanman ehêna bo ḧacî ferecî piławxor le şar be çwar řûpye û sê ’ane. ḧacî ferecî řeḧmetî, her le beyanîyewe ta êware be layewe emayewe leber giranî boy ne’efroşra. zemanî hoqe bû, nek hoqey estemûł, bełke hoqey silêmanî ke sê kîlû û nîwî êste bû. hoqey eda be çwar ’ane; kesê nebû biłê kerit be çend. eyanut be xwa girane pêman nakřê.
êste leser merc, to kîloyêk -newek hoqeyêk- lew tirê doşawîye bide be min be heşt řûpye, ke ekate şeşsed fils, min do’at bo ekem. desa ḧacî ferec le kiwêyt, goř hełtekêne. keçî bo bedbextî min her şitêk der’ekem û her şitêk enûsim, ełên ay be xwa girane! be xwa zor diłim pêy xoş ebê eger em qiseye nekey, ew wexte herdûkman pêkewe dest egrîn be destî yekewe. be dûqołî eçîn bo ceḧennem, ya bo beheşt! to serpişk be. kamît ewê min şwênit ekewm. her bew şerte nełêyt kitêbeke girane. zor lem qiseye etirsim! ay tirs! her şitêkî tir biłêyt gerdinî xom û xot azad bê.