ḧîkayeta pazdê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 5 Xulek  895 Dîtin

ji etba’ û ẍulamêd mala ’ela’edîn begê ḧakmê řojekan şêx eḧmedê çîlaq hebû, ku li xelatê aba u ecdadêd wan meşhûr bûn, şêxêd çîlaq di gotin, aba u ecdadêd wî řûs û ’ewrde digeřyan û ekserî dixliwetêda řûs û ’ewrde sakin dibûn û goya di î’tîqada ekiradanda evne xweyî keramat bûne, ew şêx eḧmed rya aba u ecdadêd xwe negirtî, ẍulam û etba’ xweyî kirî, bixiwe jî mirovek necamêr û xun xwar û zalim bû, axrî mîrîtya xelatê zebit kir û hespêd qenc û ẍulamêd dilêr peyda kirin û jya lekîda jî mirov dikuştin û cerîme di kirin. wijyalekîda didaye xelqê û kerem dikirin. bivî terzî qeza xelatê zebit kir, dûsedu sê sed ẍulam û swar peyda kirin, dwî weqtî bi wîřa hem ’esir, ji mîrêd qedîm qeza elcewazNava taybet ê îsma’îl beg hebû, ew jî qewî şecî’ û ’aqil û ehlê însaf û ehalî jê xoşnud û memleket abad ji wî îsma’îl begê ra, xelqî koçk şahîn di gotin, ew herdû qeza nizukî yeku dûne mîqdarê çar sa’etan, herçî kesê ku ji zulma şêx eḧmedê çîlaq diřevîn, dihatin bi îsma’îl begê di seknîn û xilês dibûn, şêx eḧmed êdî nedkarî şulekê biketin, her çend mulaḧeze dikir ku belku bi terzekî îsma’îl begê meẍlûb biketin, qadir nedbû, lewřanê teweccuha nasan ḧemûyan li îsma’îl begê hebûn û xelq ji ’edla wî razî bûn, îcarê şêx înaye bi ḧîle dustyek dinêva xwe û îsma’îl begê danye ku belê bişev min di xewna xweda dîtye ku ezu to bûyne birayê axretî, bivî terzî îsma’îl begê didete baweryê, êdî herdû dibne birayêd axretî û qewî zêde deste birak û dost zêde bi yeku dû bawerî diken, eger çi biraynya îsma’îl begê sadiq bûye, lakîn dostya şêx eḧmedî bi ḧeramzayî bûye ḧetta rojek dîsanê weku ’adetêd xwe şêx eḧmed cewabê viřê diketin, ku jimêje min îsma’îl beg nedîtye, keyfa min ewî dixiweztin, ezdê bême silavya îsma’îl begê, ew jî dibêjîtin ku bilanê kerem bikew bêtin, îcarê şêx kuřê xwe şêx miḧemed begê gazî nik xwe diketin û bixef tenbîh diketin ku ez digel deh ẍulaman diçme kela elcewazê nik îsma’îl begê, to bişev tenbîh bike herçî swar û peya dinêva qeseba xelatê da heyn, hemûyan nîva şevê digel xwe helgire û nêzukî fecrê werîne dewra kela elcewazê şulekê min heye, evê tedbîrê û tenbîhê diketin û bixiwe digel deh ẍulamêd bijare têne kela elcewazê nik îsma’îl begê, lakîn dîsanê merama xwe ji boy ẍulaman jî beyan naketin, weku şêx têtin û diçte serê kelê peya dibtin, îsma’îl beg jî î’zaz û îkiram diketin û digel yeku dû di meclisêda ḧetta se’at çaran řutnin, ẍulam û etba’êd îsma’îl begê bîst sî mirov heyn, îcarê îsma’îl beg radbe diçte ḧeremê û ẍulamêd îsma’îl begê jî her kesek diçne malêd xwe li hêşetê û dergehêd kelê jî dadden, li dîwanxane’ê dimîne dergevan û qaweçî û meyter sê çar mirov ji etba’êd îsma’îl begê dimînin, êdî mayî diçne malêd xwe, paşî weku sa’et dibîte şeş, şêx ji cihê dirudanê sancu digre, eman ez dimirim firyad û gazî ez dimirim dermanekî li min biken û cewabê ji boy îsma’îl begê biben, bilanê bêtin çareyekê li min biketin, îcarê dergevan diçte derê ḧeremê û di qute û cewabê jiboy îsma’îl begê viřê diketin ku şêx eḧmed sancu girtye û qewî bê ḧale, nêzuke hîlak bibîne, dikete gazî ji boy wesyetan, îcarê bê çare îsma’îl beg jî bawer diketin ji nivînê řadbe û libasêd xwe berdiketin û tête dîwanxaneyê nik şêx weku îsma’îl beg têtin û řutnin, êdî ew bê dîn şêx eḧmed, ew ẍulamêd îsma’îl begê ku ḧazir heyn, ewan jî heryekê bi şulekê gîru diketin, û bixiwe jinişkêve didete xencerê û hicumî îsma’îl begê diketin û dusê xenceran lê didetin û emrî ẍulamêd xwe diketin, îsma’îl begê temam diken, îcarê ewan dûsê ẍulamêd îsma’îl begê ku li wê derê li nik wan bûne digirin û ḧebis diken, îcarê dergehê kelê vedken û ẍulamekî viřê dikete teleba kuřê xwe şêx miḧemed begê digel leşkirê xelatê ku berê tenbîh kirbûn, ẍulam diçtin, berî fecrê sê sed çar sed swaran tînte nêva kela elcewazê, ehlê hêşetê her kesek bê xeber li malêd xwe řazayne, bivî terzî şêx kela elcewazê zebit kird, îsma’îl beg bivê ḧîleyê kuşt û subeyê cinazeya wî defin kirin, emwal û eşyayêd wî zebit kirin, ’eyal û etfalêd îsma’îl begê ji kelê bideranî û ehlêd ’adlicewazê yeku yeku cerîmekirin, muddeyê dûsê salan bi zora xwe ’adlicewaz zebit kir, axrî kuřekî îsma’îl begê biçûk navî sadiq beg hebû, ehalyan bixef digel sadiq begê îtîfaq kirin, şêx çûbûye xelatê êdî dayne bertivengan û qořandin û nehêlane nêva xwe, û kuřê îsma’îl begê sadiq beg kirne mîrêd xwe, wişêx çûye xelatî qewî zalim û bê dîn bû, bixiwe bi nefsa xwe bîla şirket bidestê xwe, digotin ku ji musliman û felan sî û sê nefer mirov kuştibûn, paşî belê xwe jê dît..