ḧîkayeta çardê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 4 Xulek  929 Dîtin

neqil diken, ku di weqtê ḧikumeta ’ebdulřezaq begNava taybetê mîrê xuşayê, dinêva hêşeta kelê, ji aẍa û e’yanêd wan, kuřekê çelebî aẍa peyda bûwî binavê îbrahîm aẍa, weku gehaye şanizde hevde salî, diřuşd û řeşadet û camêrî, diřimbazîda qewî meşhûr bûy, herçî talana êbrahîm aẍa li pê biçtin, elbette berê namusê ya îbrahîm aẍaye, û ew li kinarê dinî ẍalb dibî, xulasey kelam, dana xudêye, dinêva hindek muddeyekîda, îbrahîm aẍa li wan kinaran û li mehmedan zêde şuhret dît û řoj bi řojê tereqqî kir, û xweyî ẍulam û etba’ û nan û kerem û mal bûyî, te ḧisêb dikir ku jiboy vî, mal û îqbal dem bi dem ji ’esmanan dibarî, her kesî êdî beḧsa ewsafêd wîne, îbrahîm aẍa weha got, weha da, weha kir, êdî beḧsa mîr û aẍayêd mayî eslen nîne, suban berî dîwanê, nas diçne nik îbrahîm aẍa û paşî têne nik mîrî, bivî terzî çar salan kêşay, mîr fukirî ku belê îbrahîm aẍa êdî gelek mezin û bê perwa bûyî, îcarê mirada kuştina îbrahîm aẍay diketin, lakîn ger çi ’ebdulrezaq beg jî ji malê çar pênc begzade hey, îlla îbrahîm aẍa qewî dilêre, eger dest bidete xencerê bi wî řa miqawemet zeḧmete, û ji derve sî çil etba’ heyn, eger qesda kuştina îbrahîm aẍay biketin, gelek fîtne û fesad peyda dibî, da’îm divê fukirê da bûye, axrî rojekê begzade dibêjne îbrahîm aẍay, îşev were serê kelê zyafetê, lakîn em paşî biçne ḧemama ḧeremê û keyf biken, qeza hatye, îbrahîm aẍa jî bê perwa digel dû ẍulaman diçne serê kelê zyafetê, paşî êvarî digel ’ebdulrezaq begê şîvê dixon û rotnin ḧetta sa’et dibte çar, îcarê begzade dibêjne ’ebdulrezaq begê ku destura mew îbrahîm aẍay bide, em dê biçne ḧemama ḧeremî keyf biken, lewřanê dixoşabêda ḧemam tu nîne, îlla ḧemameka biçûk li ḧerema serê kelê heye, îcarê îbrahîm aẍa jî emîn bê tirs ẍulamêd xwe jî li yalê dîwanxaneyê dihêlîtin û bixiwe bitnê digel hersê begzadan diçne ḧemamê û dişeln û diçne nêva ḧemamî paş sa’etekê begzadeyek hebûye kuřê birayê ’ebdulrezaq begê navî mensur beg dibêje îbrahîm, keyfa min qelunekê di xwezî, ez biçim camkanê qelunekê vexom û bêm êcarê ew mensur beg tête camkanî û cilêd xwe werdigirtin, û xencerê diberpişta xwe diketin û diçte hinduřî nêva ḧemamê û îbrahîm aẍa didete ber xenceran, begzade sê bûne, îbrahîm aẍa bitnê û řûs, dîsanê îbrahîm aẍa xencerê ji dest wan distîne û begzadeyekî birîndar diketin, paşî îbrahîm aẍa dikujin temam diken, subeyê laşê îbrahîm aẍay kêşane binê kelê û ew begzade digel ẍulamêd xwe çûy mala îbrahîm û malêd ẍulamêd wî talên kirin, êcarê cenaza îbrahîm aẍay birin çal kirin, ’ebdulrezaq beg řaḧet bû û ḧikumet kir, lewřanê weku dikurdistanêda mirovek nav dide û meşhur dibîtin, êdî teweccuha xelqî, li wî mirovî zêde dibît û her kesek xwe didete terefê wî, êdî ḧakim jî bi wan çare naken, roj bi rojê ew mirovê nav dayî qwet û şuhret zêde dibîtin, ekserê fesada ekiradan jî mirovêd wehane peyda dibin.