şew dê le ’umirim kem debê, ca çon diłim piř ẍem nebê?

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 3 Xulek  1387 Dîtin
şew dê le ’umirim kem debê, ca çon diłim piř ẍem nebê?
řoj dê le ’umirim kem debê, ca çon diłim piř ẍem nebê?
dinya bewende mekir û fen, řoḧ xoşewîste der beden
hîcret dekatin azFarsî beden, ca çon diłim piř ẍem nebê?
her kes ke bîbêtin kemał, dinyay wa pûç û betał
neyka debê qet qet xeyał, ca çon diłim piř ẍem nebê?
mindał û xizim û dayk û bab, demirin îdî naden cewab
bo to bese hênde xîtab, ca çon diłim piř ẍem nebê?
dinya bo kes naçête ser, bê î’tîbare û bê huner
demirin feqîr û mu’teber, ca çon diłim piř ẍem nebê?
xakîn debê bibîn be xak, danîştûyn bê xof û bak
me’lûme her debîn hîlak, ca çon diłim piř ẍem nebê?
bew xwaye pêt dełêm feqîr, eto xuda meke lebîr
wextê debê bikewye gîr, ca çon diłim piř ẍem nebê?
daym le dwam şeqye ecel, ew tund û tîj min kwêr û şel
demxate naw dawî emel, ca çon diłim piř ẍem nebê?
ẍeřře mebe, ẍeřře mebe, çî fermû ḧeq toş her webe
řabird çî desga û debdebe, ca çon diłim piř ẍem nebê?
çend hatin û çûn sułtan û şa, mirdin le textî bûn cuda
waḧîd demênê her xuda, ca çon diłim piř ẍem nebê?
mał û xêzan û dewłetim, leḧzêkî naden mołetim
lêm têk deden cê û ḧurmetim, ca çon diłim piř ẍem nebê?
lew qebreda tarîk û qûł, dadenîşin mat û melûl
nakirêyn ’îlac be zêř û pûł, ca çon diłim piř ẍem nebê?
lew qebreda tenya nefes, bo kes nîye feryadřes
çake bikeyn terkî hewes, ca çon diłim piř ẍem nebê?
ẍemgînî diłim çatre, be zahîr nefsim kafre
lêm demirin dost û bira, ca çon diłim piř ẍem nebê?
ewcar were seyrî mezar, mirdin feqîran û hejar
kewtûn têyda çendîn hezar, ca çon diłim piř ẍem nebê?
qet nwêj û řojû nagrî, bo karî dinya ḧazrî
pêt waye qet qet namrî, ca çon diłim piř ẍem nebê?
«eḧmed» bes ke le xeberan, sînet xezêney gewheran
nesîḧete bo biraderan, caçon diłim piř ẍem nebê?
ey «eḧmedî korNasnava edebî»y feqîr, be destî nefis bûy esîr
cehennemit kirdiwe lebîr, ca çon diłim piř ẍem nebê?