ax le destî cewrî xûban ez denałim řoj û şeb

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmedî Kor
Berhema:
Eḧmedî Kor (1771-1856)
 1 Xulek  675 Dîtin
ax le destî cewrî xûban ez denałim řoj û şeb
zehrî marîş bê denoşim ba xelas bim lew ẍezeb
derdî ’îşqî wa le min buwe awrî saḧêb leheb
zor le qelbim tund û tał wek mencenîqî tîj û teb
’aşiqan řeng zerd û mecrûḧ bûn be tîẍî tazesaw
xurd û xwab û ’eqił û hoşim çû, bînayî her dû çaw
şîbhî mecnûn řût û ’uryan kêw û seḧrayan geřaw
ez le meḧbûban dekem ḧaşa ’îşq nakem tełeb
qet le mekirî xûbřûyanî cîhan nabim emîn
qewsî ebro û tîrî mujgan merhemî cerḧ û birîn
min le destî diłberan xom kird zelîl û dił bexwên
kewtime ḧełqe û bend û zincîrî xemî zûłfî ’eqeb