guł necatî bû le zistan tacî şahî naye ser

Li pirtûka:
Dîwanî ’Asî
Berhema:
Mela Mistefay Asî (1885-1975)
 1 Xulek  608 Dîtin
guł necatî bû le zistan tacî şahî naye ser
xar û ẍunçe wa le dewrî bulbulîş hate xeber
bûkî řazawey beharî dem be xende û pêkenîn
gułşen û lale û hełałe hatne der wa çîn be çîn
murẍî xoşxiwanî tebî’et hate neẍme û çehçehe
guł le deşt û çya û seḧra kewtine lence wihełpeřên