yadî mindałan

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 1 Xulek  1407 Dîtin
key be yadim dê ew řojaney mindałî
lenaw xak û xoł ’eynî bê xeyałî
ew řojane min key weham ezanî
to minit xoş ewê ey yarî gyanî
ey diłî minî bê çare
heste ba biřoyn lem şare
êwaran le kûçe legeł mindałan
yarî û hełpeřkê û xoş bû xeyałman
min û to dirawsê bûyn le małê
bêcge le yarî neman bû hewałê
řoyştî û diłî xot da be lawêkî bêgane
key qewl û qerarî ême wa bû gyane
be yadit dê ew řojaney mindałî
lenaw xak û xoł ’eynî bê xeyałî