feqêyek lew wiłatî lacane diłî be kiçêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  497 Dîtin

feqêyek lew wiłatî «lacan»e diłî be kiçêkî dirawsê ḧucrewe ebê, feqêke «tesrîfî zencanî» exwênî. ke dewrî ekatewe le serbaneke hemû car ełê: «a’şuşîb, yisuşb, a’şîşaba» eme dewrî feqêyanî tesrîfî zencanîye. şewêk feqê boy řê’ekewê, leber ewe ke legeł kiçekeda diłyan pêkewe bû, kiçe heł’egrê û erwa. beyanî ke bawkî pê’ezanê ełê: «min her ebuwa zû bimzanyaye, ew baweḧîze hemû car le ser banekê degeřa û eyut îmşew şew ne, îmşew şew ne, heta boy řêkewt îmşew kirdî be pelya û birdî».