kabrayekî bê çaw legeł çawsaẍêka bû be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  416 Dîtin

kabrayekî bê çaw legeł çawsaẍêka bû be şeřyan û çawsaẍeke kwêrekey girt û naye jêr, hîçî bo nemayewe, ewe nebê ke le jêrewe dest berî geługunî kabray çawsaẍ bigrê û bewe pekî bixa. dest le dest û qewet le xwa! destî bird û geługunî kabray be destewe hat û wekû espêy kewtibête mist bew core guşî, bełam guşî! kabray çawsaẍ be tewawî bê hêz bû. lew kateda hawřêyekî kwêre hat û bangî kird: «ay mamusta ewe le jêreweyt?» ewîş witî: «be xwa herçende le jêrewem, bełam wekû le serewe bim waye».