kabraykî gawir le kerkûk legeł hetîwêka...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  442 Dîtin

kabrayekî gawir le kerkûk legeł hetîwêka řê’ekewê, jêr pirdeke gîrabû, eçin le bin dîwarêka le qeła pêy dên. katê ke be seryewe ebê dîwareke eřûxê be seryana û her dûkyan ebin be jêryewe. xeber eben bo qeşe, qeşe be xoy û kirêkarewe dêne seryan û kirêkar dîwareke la’eben. temaşa eken kabray mirdûyş her be ser hetîwekeweye û xencer le kîłanaye. qeşe ke çawî pêyan ekewê ełê: «xwa lê xoş bû beheştye, eweta hêşta negîştote beheşt, xwa ẍîlmanêkî bo narduwe».