heware

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 1 Xulek  2034 Dîtin
şewêkî sextî zistan, dûr bûm le kořî dostan
le mestî mey peristan, le dengî dîde mestan
heware, hey heware, saz bin biçîne hewarî
seferêkim kewtote ber, çît bo bênim bo dyarî?
ta to hatî behar hat, bonî guł û gułzar hat
ke yarî çaw xumar hat, dermanî derdedar hat
heware, hey heware, katî guł û gułzare
le dawênî kohsaran, set xêwet û deware
bangim ke bangî şêwan, bizet bêne ser lêwan
zułifit be şiney bay şêwan, xem ba birdî le lêwan
heware hey heware, erê saz bin biçîne hewarî
gułan biçnîn le binaran, bîdeyn be yek be dyarî