şêx babe ’elî leber seywanî mizgewtekey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  433 Dîtin

şêx «babe’elî» leber seywanî mizgewtekey xoy derzî ewete be feqyekan, seyrî kird herhera û heçe heçeyek peyda bû. ke serî berz kirdewe temaşay kird, sê zelam kabrayekyan be swarî kerêkewe dawete pêş û be zor eyken be dergay mizgewtekeda, bangî kird: erê kabrayne em ker bazaře çîye? yekêkyan witî: qurban eme be swarî ker çwetewe bo małewe. legeł jinekeya demeqałyan buwe û tełaqî xwarduwe ke le serkereke neyete xwarewe. êmeş wa hatûyn bo xizmetit. babe ’elî serêkî řaweşan û fermûy: bîbene lay ew dar «tû»ewe. kabrayan kêş kird bo lay tuweke. emca pêy wit: her le pişt kerekewe hełzinê be darekeda. ke ew hełgeřa be kabrakanî tirî wit: kerekey lê dûr bixenewe. be kabrakey tirîşî wit: emca be darekeda were xwarewe û biço bikutere pał jinî xot tełaqit nekewtuwe!