ełê kabrayek gîsgêk û meymûnêkî hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  443 Dîtin

ełê kabrayek gîsgêk û meymûnêkî hebû legełyan řay’ebward. řojêk kabra çuwe derewe, came mastêk le mała danra bû, meymûneke hênay hemûy xward û dem û lêwî xoy pak kirdewe û çû gîskekey hêna tozê mastî le dem û lûtî ew hełsû, camekeşî be xałyetî lew naweda firê da, xoyşî çû lew lawe qît û qinc lêy danîşt. lay nîweřo ke kabra hatewe, seyrî kird came mast hîçî nemawe. seyrêkî meymûn û gîskekey kird, temaşay kird meymûn le goşeyekewe boxoy kizołey kirduwe û danîştuwe, gîskeş lew lawe be dem û lûtî mastawîyewe hełqun hełqunyetî! darêkî hełgirt û çuwe wîzey gîskî besezman, meymûnekeş le tirsî ewe ke newek kabra dwacar babdatewe ser ew, hemûcar destêkî bo dem û lûtî gîskeke dirêj ekird û kabray tê’egeyand ke gîskeke mastekey xwarduwe, ewete hemûy be dem û lûtyeweyetî! boxoyşî wekû berzekî serbanan boy derçû.