’ebdulḧekîm boy gêřawmewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  437 Dîtin

«’ebdulḧekîm» boy gêřawmewe witî:

kabrayekî hebû le «nîskawê»y binarî «serdeşt» «mam řesû»y naw bû. pyawêkî hejar û perêşan bû. řojêk bîstî ke leşkirêkî zor hatote serdeştewe û «dar» parey çak eka. witî: be xwa wa çake îmşew biçim kołedarêk bikem, beyanî zû bîbem bo serdeşt le pêş eweda darfiroş biçin bełkû şitêkim dest kewê. «kotke» nokêk xêrî to bê. şewê paş bangî xewtinan tewrasekey hełgirt û řoyşit. zor dûr nekewtewe darêkî be gîr hêna wiçuwe serî û be tewras têy ber bû. hêşta şitêkî way dar nekirdibû, kitupiř tewrasekey le dest kewte xwarewe, le dareke hate xwarewe, dinyaş tarîke, be dest be şwên tewrasekeda egeřa, le nakaw kuçełeyekî berdest kewt, ke hî karwan û şite bû, lêyan be cê mabû. řûy kirde asman û be tûřeyyekewe witî: çima min çi biřdarim kirdîye? to noke kotket leber destim danaye û daway nokî xot dekey?