řeşîd cewdet serkirdey leşkir ebê le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  435 Dîtin

«řeşîd cewdet» serkirdey leşkir ebê le dîwanye, řojêk otomobêlêkî taksî dêt, ewîş ełê:

«ca alsyare» pêy ełên: «řeşîd beg nabê wa biłêyt. ebê biłêyt; ca’it alsyare». řojî dwayî loryêk dêt, ewîş ełê: «ca’it allurî» dîsan zabtekan pêy ełên řeşîd beg nabê wa biłêyt, ebê biłêy «ca allurî». ewîş tuře ebê, ełê: «hey nacnisinîne! eme çi zimanêke? mekîne yek mekîne benzîn yek benzîn, taye yek taye, otomobîlçî yek otomobêlçî. îtir em «ca» û «ca’it»e le kwêwe hat?».