ewřeḧîmî hemewen boy gêřamewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  656 Dîtin

«ewřeḧîmî hemewen» boy gêřamewe witî: bawkim řeşîdî naw bû. pêyan ewt řeşey ’ezey eḧmed ’elî sête be ser. qise, qise ebřê «sête beser» tayefeyekî hemewenin, pênc bira bûn, řeşe, xesrew, ḧesen, ḧisên, ẍeẍur. emane gewrey tayefeke bûn, řeşeş gewrey eman bû, destey emane le awayî «cafan» û «muleqe» le xoraway çemçemałewe da’enîştin, bełam xoyan le beynî dû awayyekeda qełayekyan dirust kirdibû, lewê bûn, řêgrî wicerdeyyan ekird. řeşe -be řeḧmet bê- le nwêj û řojwa zor qaym bû. legeł şêx û melaşa zor baş bû. ke mela ya şêxêk bibwaye, be yekê le birakanî ewt: a kure biřo berxê le tałanyekey par bêne serî bibře bo şêx, ewe ḧełałe ba nanî ḧeram nexwa! mîwanekeş eyut: małî tałanî le kwê ḧełałe? eyut: «bira sałî be sera sûřawesewe, êsta xawenekey le fikirî çotewe ḧełał bîwe».