kabrayek le şar egeřayewe bo mał le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  447 Dîtin

kabrayek le şar egeřayewe bo mał. le nizîkî awa’î ke seyrî kird, qelfiřêkî seyre. tûşî şwanekey xoyan bû, ke -«bore»yan pêy ewt- pirsî: erê bore, ew dałan geřane çîye? witî: birakem be ser kelakî gemałe bazey êwewe kobûnetewe. witî: bo çi gemałe baze topî? witî: erê wełła. witî bo çî: witî ewnde goştî mayne kulî xwardû. witî: bo çî mayne kul topî? witî: arê wełła. witî: bo çî? witî: «wełła bira termekey «miraweysî» kaketyan lê naw. witî: bo çî kakim çî lê hat? witî: ḧemeweys kuştî. witî: leser çî? witî: leser qingî xatey xuşkit! witî: xatey xuşkim bo çî? witî: bira bêjim çî? buxtanyan pêwe kirdû. witî: we kêwe? witî: xełk û xwa êjin we minewe».