kabrayekî mayndołî tifengêkî saçmey...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  492 Dîtin

kabrayekî «mayndołî» tifengêkî saçmey ebê, hełî’egrî biçê bo řaw. jinekey lêy epirsê: pyaweke ewe bo kwê eçî? ełê eçim bełkû kewêk bikujim. ełê: erê wełła biço, ke hênatewe singekey bomin! ełê: wełła naydem be to, ebê bo xom bê. jine ełê: sawełła ebê bo min bê! leser eme ebê be şeřyan, kabra hîç sê û dûy lê naka, tifengêk enê be jinekeyewe û hemû leşî birîndar eka!