mela ’îsay hertel sê qiřanî be lay jinêkewe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  530 Dîtin

mela ’îsay hertel sê qiřanî be lay jinêkewe ebê, le awayyekey xoyan, her daway lê eka û pêy nadatewe, řojêk mela leser derze, xerîk derz be feqêkanî ełê. seyr eka jineke wa małî barî kird û eřwa. emîş her le derzekeda bang eka: «jineke! afretî çak be sê qeranekem biderewe. ewa to eřoy îtir le kwê lêt bisênmewe?» jine gwê nadatê û her eřwa. xêra mela ’îsa heł’estê heřa eka be şwênya, le dwawe sê kutî pêwe eda û ełê: «de biřo qeḧbe! her kutî le batî qeranêk».