dînarêkim lay miqdim emîn řwandizî bû...
dînarêkim lay «miqdim emîn řwandizî» bûw ney’edamewe. řojêk danîştibûyn destî kird be qise kirdin û min hîç dengim nekird. witî boç deng nakey? witim: çarim naçare, ta dînarekem edeytewe heriştêk biłêyt deng nakem. emîn emey tozê pê xoş bû. îtir le her şwênêk da’enîştîn be arezûy xoy destî ekird be qise kirdin, minîş yan emut waye we yan hîç dengim ne’ekird. řojêk le beẍda le kořêka danîştibûyn, xanwêkî hebû, dabûy be «se’îdfehîm» û leser xanuweke tozê têkçubûn tûře bûbû, destî kird be qise kirdin, witî: min pyaw nîm, dyare zor xirapim, nacnisim egîna çon xanû edem be «se’îdfehîm»? minîş hîç sê û dum lê nekird, witim: «eşenubîlla řast ekey» emîş be mořeyekewe seyrêkî kirdim û destî kird be baxełya witî: «ha ewe dînareket û heste, biřo min şayetî wam nawê».