kabrayek le paş nîwe şew be naw şara...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  508 Dîtin

kabrayek le paş nîwe şew be naw şara esûřayewe. pasewanekan hatin girtyan, wityan to dizît. witî: bawkim min diz nîm, bełam namewê biçmewe małî xom! her çend qisey kird kełkî nebû, birdyan bo bendîxane û ew şewe ḧepsyan kird û beyanî birdyane lay qazî. qazî witî: to bo çî wîstute dizî bikey? ewîş witî: «cenabî qazî min diznîm, bełam nîw se’at mołetim bide û pyawêkim legeł binêre, eçme małekey xom egeřêmewe ew wexte çîm lê ekey lêm bike».

qazî witî: başe û pyawêkî legeł nard. kabra çwewe małewe, jinêkî zornaşîrînî hebû, witî: «jineke heste xot kokewe ba biçîn». jine kewte tekî û çûnewe bo lay qazî, kabra destî bird peçey jinekey hełdayewe witî: «cenabî qazî! yekê ame jinî bê, newek ta nîwe şew, bełkû ta beyanîş eçîtewe bomałewe?» qazî ke emey bîst û jinekey çaw pêkewt berełay kird.